Rojnameger Aye Kyaw piştî hat binçavkirin jiyana xwe ji dest da
Nûçegihana wêneyan Aye Kyaw ku protestoyên piştî cûntaya Sibata 2021’an ya li Myanmarê pêk hat, belge kir, piştî hat binçavkirin jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan- Nûçegihana wêneyê Aye Kyaw a ku li Myanmarê çalakiyên li dijî cûntayê dişopand, piştî ku hat binçavkirin jiyana xwe ji dest da.
Rayedarên leşkerî, ji malbata rojnamevana ku 30’ê Tîrmehê roja Şemiyê di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin, ragihand ku heman rojê jiyana xwe ji dest daye. Der barê sedema mirina Aye Kyaw de tu daxuyanî nehat dayîn.
Li gor nûçeyên di çapemeniyê de cih digre, di parsû û pişta Aye Kyaw de reşahiyên tarî hebûn. Tê texmînkirin Aye Kyaw ji ber wêneyên di protestoyên cûntayê de kişandiye, li ser medyayê dijîtal weşandine hatiye binçavkirin.
Ne mirina yekem bû
Di Kanûna meha borî de jî, Koe Soe Naing ya nûçegihana wêne ku serbixwe dixebite dema xwepêşandan dişopand hatiye binçavkirin û di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji daye. Hempîşe û hevalan ragihandibûn ku Naing di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî daneyên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ji dema ku artêşê di çûnteya 1’ê Sibata 2021’an de desthilatdarî girtiye heta niha, herî kêm 4 rojnameger jiyana xwe ji dest dane. Dîsa li welat herî kêm 70 rojnameger girtî ne.