Roja yekem a Kongreya MXDŞ'ê bi xwendina peyaman dawi bû
Kongreya MXDŞ'ê di roja yekem de bi xwendina peyamên ji deverên cuda hatî qediya û dê sibê jî berdewam dewam bike.
Şengal - Di Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ya bi dirûşma “Rêveberiya Xweser Pira Xwegihandina Azadiyê ye” ku serêsibê bi beşdariya 250'ê delege û mêvanandespêkirî de ji aliyê Partî, Sazî û dezgehên weke Desteya Oldaran a Şengaê, Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidîyan (PADÊ), Meclisa Malbenda 15’an a YNK’ê Desteya Eşaîrî ya Şengalê, Nunerê Êzidiyên Rusyayê Ezîz Cwo, Mala Êzidîya ya Herêma Cizîrê, Mecilsa Herêna Cizîrê, Meclisa Şengalê ya derveyî welat merwa Mirat Namzeta ji bo parlementeriya iraqê, Yekitıya Netewî beth Nahîr peyam hatin xwendin. Yek ji peyamên girîng a di kongreyê de hate xwendin, peyama Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bû.
Sozdar Avesta di peyama xwe de balkişand ser giraniyda mijara Xweseriya Şengalê û wıha got: “Xebata esasî xebata Xweseriya Demokratîk e, pêşengiya wê jî jin û ciwan dikin. Jin û ciwan xwedî li xweseriyê derdikevin û pêşengiyê dikin. Divê di meclîsê de cih bigirin û pêşengiya xebatên avakirinê bikin. Gelê Êzidî doza mafê xwe yê rewa dike. Ji bo bidestxistina xweseriyê rojên girîng e. Fermana Êzidiyan li cîhanê wekî jenoside tê qebûlkirin. Parlamentoya Belçika û Holandayê biryara jenosîdê dan. Lê bi vê tenê têrî nake. Divê tevahî cihan vê yekê erê bike û ev biryar bikeve meriyetê. Gelê Şengalê bi ked û tekoşîna xwe dikarin Xweseriya Demokratîk a Şengalê mîsoger bikin. Xweserî mafê me ye. Divê herkes zanibe, civaka Êzidî êdî xwe biparêze. Parastina xwe, rêveberiya xwe nikare teslimi kesî bike. Di qanûna Iraqê de jî ev heye. Dewleta faşîst a Tirk dixwaze rê li ber vê bigire. PDK jî vê dixwaze. Em wek civaka Êzidî minetdarê Rêber Apo ne. Rêber Apo civaka Êzidî emanetê me kir. Carek din soza me ji bo Rêber Apo ewe emê ji her demê zêdetir di xizmeta civaka Êzidî de bin.”
Di berdewamiya Kongireyê de Raporên kar û xebatên Saziyên Şengalê hatin xwendin û kongire wê sibê jî berdewam be.