Roja Cîhanî ya Xwedî Pêdawistiyên Taybet bi şano hat pêşwazîkirin

Bi boneya roja cîhanî ya xwedî pêdawistiyên taybet şanoyek taybet ji bo zarokên xwedî pêdawistiyên taybet hate nîşandan.

Helepçe - Îro li Helepçe bi boneya roja cîhanî ya xwedî pêdawistiyên taybet, rêveberiya giştî ya perwerdeya Helepce, Rêveberiya Çavdêriya Civakê û Navenda Otizm li Helepce roja cîhanî ya xwedî pêdawistiyên taybet bi çend çalakiyên hunerî hat pêşwazîkirin.

Mamostaya xwedî pêdawistiyên taybet Nîştîman Cemal wiha got: “Di cîhanê de bi giştî rêjeya xwedî pêdawistiyan zêde dibe û sedemê wê jî ewe ku lêkolînek hur li ser hatiye kirin û nîşaneyên nexweşiyan diyarkirine. Ger bi mînak em behsa nexweşiya Otizm bikin, niha hinek zarok hene ne Otizmin û pirsgirêka wa ya paşketinê heye, lê belê ji ber wê malbat kêmtir li gel didin û distinîn zêdetir li ser wan zarokan bandor dike. Di dema ji dayîkbûna zarokan hinek alîyên bijîjk pê dihesin dikarin di wê demê de diyarbikin û çareser bikin. Em weke perwerde piştre dikarin kar li ser bikin. Lê belê divê di destpêkê de dayîk û bavê xwe agahdarî zarokên xwe bin û rê nedin bûyerên nexweşiyan zêde bibin.

Çalakiyên roja cîhanî ya xwedî pêdawistiyên taybet berdewam e û dê bi rêya semîner û kombûnan hemwelatî di aliyê maf û erkê xwedî pêdawistiyên taybet werîn hişyarkirin.