Roja 635’emîn: Feraseta ku bê edaletiyê nabîne, dê wenda bike

Malbata Şenyaşar a balê kişand mîtînga ku Serokomarê AKP’yî Tayîp Erdogan li Rihayê lidar xist bi gotina “Dayikek 635 roj in li ber deriyê adliyê nobeta edaletê digre” diyar kir ku feraseta bê edaletiyê nabîne dê wenda bike.

Riha -  Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 635’emîn de didome.

Malbata Şenyaşar a li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal hesabên Rêxistina Bajar a Enqerê ya AKP û Serokomarê AKP’yî Tayîp Erdogan etîket kir û vê pêyamê da: “Dayikek 635 roj in li ber deriyê edliyê nobeta edaletê digre. 500 metre dûrî vir partiyekê ku di navê wî de ‘edalet’ heye mîtîngek li dar dixe. Zihniyeta ku bi gotina yê zilmê dike ji me ye, vê bê edaletiyê nabîne dê wenda bike.”