Roja 543’emîn: Ger ez bimirim jî bila ez li ber dadgehê bimrim

Emîne Şenyaşar di roja 543'an nobeta edaletê de wiha got: “Heta ku kurê min neyê ez li vir ranabim.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 543’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar, serê sibehê hat ber Edliyeya Rihayê.

Dayik Şenyaşar di çalakiyê de wiha axivî: “Kî zilmê li me bike em heqê xwe li wan helal nakin. Êdî bese bila Fadilê min berdin. Di hucreya yek kesî de digrin. Keça wî heye, bê wî mezin bû. 2 kurên min hatin qetilkirin, bila Fadilê min were mal. Kurê min di girtîgehê de em jî li vir perîşan dibin. Zarokên me bi awayekê neheq hatin kuştin. Ez adaletê dixwazim. Ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû kesî dixwazim. Bila her kesên ku bêsûc li girtîgehê de tên ragirtin, bila bên berdan. 543 roj in li vê derê zilmê li me dikin. Çi ji me dikin bila bikin, heta edalet pêk were em ê li vê derê bin. Heta ku kurê min neyê ez li vir ranabim. Ger ez bimirim jî bila ez li ber dadgehê bimirim. Bila xwedî wîjdan bin.”

Pêşangeha edaletê didome

Malbat li ber avahiya edliyeyê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û destpêkirina sala edlî, 'Pêşangeha Edaletê' vekiribû. Pêşengeha Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 2’emîn de dewam dike. Di pêşengehê de wêneyên ku di dema Nobeta Edaletê de hatine kişandin û karîkaturên bi mijara Emîne Şenyaşar û edaletê hatine xêz kirin tê pêşkeş kirin.