Roja 537’emîn: Dayik ji bo her kesê edaletê dixwaze
Malbata Şenyaşar 537 roj in dest ji daxwaza edaletê bernade û dixwaze rayedar dengê wan bibihîze.
Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 537’emîn de ye.
Malbatê, ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne.
“Şerm e”
Malbat li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Em li gel berf, zivistan, havînê, tevî her cure zext, tehdît û cihêkirinê bi tena serê xwe ji bo edaletê ketin rê. Mafdarbûyîna me li cîhanê hat bîhistin. Dayik ji bo her kesê edaletê dixwaze û gelek westiya. Şerm e yên ku tên mudaxileyê wê dikin."