Roja 526’emîn: Baroya Rihayê piştgirî da nobeta edaletê

Serokê Baroya Rihayê û Endamên Lijneya Rêveber îro bi malbata Şenyaşar re nobeta edaletê girt.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, ket roja xwe ya 526’emîn. Dayik û kurê wê di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Polîsan nehişt ku dayik û kurê wê li sîberê rûnin û wan jî li gel rêveberên Baroya Rihayê li “Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kirin. Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol û endamên Lijneya Rêveber a Baroyê dê îro bi malbatê re dê nobetê bigre. 

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Dayikek, ji bo ji bo zarokên xwe yên li nexweşxaneyê hatine qetilkirin û ji bo zarokê xwe yê 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin, li Rihayê edaletê dixwaze. Hemû cîhanê hewara wê bihîst lê dayikê bi tu awayî nekarî dengê xwe bigihîne rayedaran.”