Roja 524’emîn: Yekane daxwaza dayikê edalet e

Malbata Şenyaşar a ku nobeta xwe ya edaletê bê navber didomîne, vê pêyamê parve kir: “Ger li holê sûcek hebe, hewceye daraz li kesê ew sûc kirin nenihêre bê ka kî ye. Komkujiya li nexweşxaneya dewletê hatiye kirin, li dijî dewletê hatiye kirin.”

Riha-  Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 524’emîn de didome.

Malbatê, ji ber dawiya heftê ye û edliye girtî ye  nobeda xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.  

Malbata Şenyaşae li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal vê pêyamê par ve kir: “Ger li holê sûcek hebe, hewceye daraz li kesê sûc kiriye nenihêre bê ka kî ye. Komkujiya ku li nexweşxaneya dewletê hatiye kirin, li dijî dewletê bi xwe hatiye kirin. Yekane daxwaza dayikê edalete. Waliyê Rihayê diçe serdana malên Sûriyeyiyan lê belê ji bo ku hemwelatiyên wî nekarin li ber siyê rûnin, bariyeran datîne pêşiya wan.”