Roja 520’emîn: Ji bo dîtina vê neheqiyê mirovbûn bes e
Nobeda Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin 520 roj in berdewam dike.
Riha - Nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê parastvan û xizmên Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevser û dû kurên wê hat qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê sax filitî, li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di roja 520'emîn de berdewam dike.
“Ji bo dîtina vê neheqiyê mirovbûn bes e”
Malbat ji hesabên xwe yê medya mecazî vê pêyamê da: “Ji bo ku hûn vê neheqiyê li me tê kirin bibînin, ne hewce ye ku hûn endamek partiyê ango kesayetek siyasî bin! Mirovbûn bes e.”