Roj 525’emîn: Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê piştgirî dan nobeta edaletê

Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar 525 roj in didome. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî wê tevahiya rojê bi malbatê re nobedê bigirin.

Navenda Nûçeyan – Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 525’an de berdewam kir.

Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Polîsan nehişt ku dayik û kurê wê li sîberê rûnin û wan jî li gel Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, li “Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kirin. Endamên platformê dê di tevahiya rojê de bi malbatê re nobetê bigirin. 

“Ger hûn ji pêkanîna zagonan ditirsin, îstîfa bikin”

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê pêyamê ragihand: “Li dijî hemû bêhiqûqiyan, li dijî zilma ku bidawî nabin têkoşîna me ya edaletê li pêşiya #EdliyaRihayê di roja 525’emîn de bi biryardayî didome... Ger hûn ji pêkanîna zagonan ditirsin ÎSTÎFA BIKIN.”