Rêveberiya kampa Holê: Ji ber êrîşên Tirkiyê tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêdetir dibe

Rêveberiya Kampa Holê derbarê rewşa kampa Holê û xeteriya wê li ser cihanê daxuyanî dan.

Hesekê – Êrîş û gefên dewleta tirk li ser herêmê rojane zêde dibe, bi van êrîş û gefan re tevgera malbatên çeteyên DAIŞ ê jî zêde dibe . 55194 kes û 14958 malbat li kampa Holê jiyan dikin. Têkldarî mijarê Rêvberiya Kampa Holê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Rêvberiya Kampa Holê Cîhan Henan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta tirk her dem dixwaze bi hiceta parastina sînorê xwe ewlehiya herêmê hedef bigire. Dewleta tirk dixwaze desthilatdariya Osmanî zindî bike û destekê bide çeteyên DAIŞ'ê. Vekirina qada hewayî û hedfgirtina sivîlan û navendên leşgerî dibe destekdayîn ji çeteyan re ku carek din xwe zindî bikin. Êrîş û gefên dewleta tirk bandorek neyînî li ser ewlehiya kampa Holê dike. Kampa Holê mayînek demkî ye em nizanin wê kengî biteqe lewma em wekî rêvberiya kampa Holê bang li hemû dewletan dikin ku werin welatiyên xwe yên li kampa Holê bigrin da ku barê me sivik bibe."

"Êrîş dihêlin ku rewşa kampê di aliyê xebatê xizmetguzarî û ewlehî lewaz bibe"

Cîhan Henan a piştî daxuyaniyê ji ajansa me re axivî da zanîn ku ji despêka salê de heya roja îro 31 kes li kampê hatine qetilkirin û wiha axaftina xwe domand: “Rewşa kampê bi êrîş û gefên dewleta tirk li ser herêmê xerabtir dibe, di van rojên dawî de hejmara bûyerên kuştinê zêde dibe. Êrîş dihêlin ku rewşa kampê di aliyê xebatê xizmetguzarî û ewlehî lewaz bibe. Eger jinek bixwaze rûyê xwe veke an mafekî xwe bixwaze tê qetilkirin, lewma jin di kampê de bi tirs in. Em banga girtina qada hewayî dikin da ku em rê li ber belavbûna terorê bigirin."