Rejîma Îranê ji bo Fahîma Karîmî biryara darvekirinê da

Di serhildana “Jin,Jiyan, Azadî” ya ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike de zêdetirî deh hezaran welatî hatin girtin.

Navenda Nûçeyan - Rejîma Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di 16’ê Îlonê de hat îşkencekirin, bi sedan kes qetil kir û girtinên ku deh hezaran derbas dike pêk anî. Tê zanîn ku ji gelek beşên cuda yên civakê welatî hatine girtin û bi darizandin û biryara darvekrinê re li girîgehan tên sekinandin. Li gorî nûçeyên duh hatin belavkirin, hat hînbûn ku li jinek bi navê Fahîma Karîmî bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûye cezayê darvekirinê hatiye dayîn. Di darizandinên hatin pêkanînde, tê ragihandin ku ji bilî Fahîme Karîmî ji hejmarek zêde ya girtiyan re jî bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne biryara darvekirinê hatiye dayîn.

Her wiha li gorî agahiyan Fahîma Karîmî dayika 3 zarokan e û sewqî girtîgeha Khorin Pakdaşt hatiye kirin.