Rapor: Malbata Şenyaşar tê hedef girtin

Şaxa OHD'ê ya Rihayê rapora çavdêriyê ya li ser malbata Şenyaşar a nobeta xwe ya edaletê didomîne amade kiribû, weşand.

Navenda Nûçeyan- Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê derbarê serpêhatiya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevser û dû kurên wê hat qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê rizgar bû, raporek amede kir.

Der barê rapora ku bi serenavê “Rapora Çavdêriya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar” bi raya giştî re hat parvekirin, ii avahiya komeleya xwe civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

“Nobeta Edaletê tê hedef girtin”

Rêveberê OHD’ê Nîhat Şahîn di civînê de axivî û agahiyên derbarê neheqiyên li ser malbatê tên kirin û pêk nehatina edaletê de agahî dan. Nîhat Şahîn got armanca wan ew e ku bi vê raporê zextên li ser malbatê tên kirin raya giştî jê agahdar bikin. Nîhat Şahîn anî ziman ku dema wan rapor amade dikir parêzeran li gel ferdên malbata Şenyaşar hevdîtinan kirine û di berdewama axaftina xwe de behsa lêpirsîn û dozên li malbatê hatine vekirin kir. Nîhat Şahîn da zanîn ku lêpirsînên derbarê malbatê de hatine vekirin tenê ji bo têkbirina nobeda edaletê ye. Nîhat diyar kir ku bi armanca malbat dest ji berxwedana xwe berde di lêprisînê de pêşketin çênabe û polîs zextan li ser malbatê dikin û dixwazin peşkê li Nobeda Edaletê bixin. Nîhat Şahîn bang li sazî û dezgehan pêwendîdar kir ku daxwaza edaletê ya Malbata Şenyaşar pêk bînin.