"Qanûna têkoşîna li dijî tûndiyê ya li ser jinên Mexribê ne temam e"

Kursa perwerdeyê ya li ser mekanîzmayên raporkirina tundiya li ser jinê ku ji aliyê Komeleya Challenge ya ji bo wekhevî û hevwelatîbûnê li Mexribê hatibû organîze kirin bi dawî kir.

HANAN HARITE

Mexrib - Komeleya Challenge ya ji bo wekhevî û hevwelatîbûnê li Mexribê kursa perwerdeyê ya li ser mekanîzmayên raporkirina tundiya li ser jinê ku du rojan berdewam kir, bi dawî bû.

Mamosteya zanîngehê li Fakulteya Hunerên Mirovî ya Mihemediyê Hekîma El-Ole diyar kir ku civak dihêle ku jin bihesibînin ku her curê şîdeta li ser wan tê kirin çi bedenî be an derûnî be tiştekî normal e û wiha lê zêde kir: "Civak feraseta tirsê di zihniyeta jinan de bi cih dike. Di şert û mercên heyî de daxwaza xwendina rastiya jinê heye û banga danîna rêgez û qanûnên ji bo parastina jinan hene."

"Zêdebûna rêjeya tundiyê piştrast dike ku gelek kêmasî di qanûnê de hene"

Parêzvana mafên mirovan û parêzer Zahiya Emomo da zanîn Qanûna Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê li Mexribê qanûneke ne temam û gelek tişt jê kêm in û wiha domand: "Qanûna Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê ku di sala 2018’an de hat qebûlkirin, ew ji bo jinên Mexribê wekî destkeftiyek tê hesibandin, lê wekî gelek qanûnan di nav wê de pirsgirêk hene û ji bo çareserkirina wan divê xebat bê kirin. Divê amûrên nû yên îsbatkirinê bên afirandin. Ji bo ku mafê jinên ku rastî tunidyê hatine neyê windakirin divê piştî guhdarîkirina îfadeyan belgeya tenduristiyê bê dayîn. Ev qanûn heta çi radeyê bersivê dide daxwazên tevgera femînîst li Mexribê, ku bi dehsalan kar kiriye ji bo amadekirina qanûnek li dijî tundiya li ser jinan û ji bo parastina wan ji her cûrê şîdetê dixebite. Gelek daxwazên tevgera femînîst hene ku di qanûnê de cih nagirin. Zêdebûna rêjeya tundiyê di van salên dawî de piştrast dike ku gelek kêmasî di qanûnê de hene."

"Qanûn wekî ku tê xwestin dernexistine"

Zahiya Emomo anî ziman ku çapemenî dikare bi hişyarkirinê, zelalkirina bendên qanûnê, şîrovekirina wê bi raya giştî re roleke girîng bilîze û wiha pê de çû: "Girîng e ku em ji zarokên li dibistanan re behsa qanûna li dijî tundiyê û awayên parastinê bikin da ku nifşê nû fêr bibe ku tundî diyardeyek xirab e ku tenê armanc dike ku malbat û civakan ji hev biqetîne. Kêmasî di hemû mudaxeleyan de ye ku qanûn wekî ku tê xwestin dernexistine, ji bo perwerdekirina civakê ji bo têkoşîna li dijî tundiyê ku berpirsiyariya civaka sivîl, civaka femînîst û dewletê ye."