Polîtîkayên Talîbanê yên dijminê jinê ji tundiya mêr re zemîn ava dike

Ji sala 2021’an ku Talîbanê dest danî ser rêveberiyê heta niha, rêjeya tundiya li ser jinan, komkujî û mirinên bi guman zêde bûn. Polîtîkayên dijminani yên li hember jinan yê Talîbanê zêdebûna tundiya mêran re zemîn ava dike.

BAHARAN LAHIB

Kabûl-  Li Afganîstanê, ji sala 2021’an ku Talîbanê dest danî ser rêveberiyê heta niha bûyerên zext, girtin, îxrackirin û qetlîam ya li dijî gel zêde bûn. Yên ku herî zêde di hawirdora zêdebûna zextê de bandorbûn jin bûn. Jinên ku bi qedexeyan mafên wan tên desteserkirin bi girtin, tecawiz û qetlîamê re rû bi rû tê hiştin. Piştî Talîbanê dest danî ser desthilatdariyê di nava civakê de tundiya mêr zêde bû. Polîtîkayên dijminani yên li hember jinan yê Talîbanê ji tundiya mêr re zemîn ava dike. Di van du salên dawî de cînayetên jinan û mirinên bi guman de zêde hat jiyîn.

Ajansa me qetlîam û mirinên bi guman ên li Afganîstanê hat jiyîn ku di meha dawî de di çapemeniyê de xuyabûn, berhev kir.

Tabloya tundiyê ya di meha dawî de derketiye holê wiha ye:

*24’ê Kanûn 2022: Li navçeya Meywand a Kandaharê cenazeya zarokek 17 salî hat dîtin.

*26’ê Kanûn 2022: Li taxa Mûsa Qela ya Helmendê di encama teqîna mayînekê reş de 2 zarok û jinek bi giranî birîndar bûn.

*28’ê Kanûna 2022’an: Li taxa Rakhe ya Pênjshîrê jineke 20 salî ji aliyê hevjinê xwe ve hat qetilkirin.

*12’ê Çileya 2023: Talîbanê, li navçeya Bharak a Badakhşanê jinek bi çekê qetilkir.

*16’ê Çileya 2023: Mursel Nebîzade ya 32 salî ku yek ji parlamenterên jin ên ku beriya Talîbanê di sala 2021’an de dest deyne li ser desthilatê erka xwe dikir, li paytexta welat Kabulê ji aliyê Talîbanê ve bi çekê hat qetilkirin.

*16’e Çileya 2023: Li Kabîlê mêrek hevjina wî jî di nav de 2 jin û 2 mêran bi çekê qetil kir.

*19’ê Çileya 2023: Li bajarê Zeranjê ya navenda Nemrozê zarokekî 16 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku zarok ji aliyê malbata xwe ve hatiye xwestin were zewicandin.