Polîsên Îranê bi teybet çavên têkoşeran dikin hedef

IHR di rapora xwe de diyar kir ku hêzên hikumeta Îranê ciwanên ku beşdarî serhildanê bûne bi taybetî çavên wan dikin hedef û gule li wan didin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Navneda Norveçê ya mafên mirovan a Îranê (IHR) raporek aşkera kir û da zanîn ku serhildanên li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin hêzên hikumeta Îranê kesên beşdarî xwepêşandanan bûne rasterast gule li wan dibarîne û ji ber vê yekê hemwelatiyên ku yek yan jî du çavên wan kor bûne hene. Di raporê de hat diyarkirin ku hêzên Komara Îranê ya ku zextan dike di destpêkê de jinên ciwan di nav de gule li çav û rûyê xwepêşanderan dibarîne û bi awayek sîstematîk çavên wan dike hedef.

Do raporê de hat destnîşankirin ku li gorî daneyên ji sê nexweşxaneyên Tahranê Farabî, Rasul Akram û Labafinejad navenda tibê ya Saneh; li seraserê welat di oparayonan de herî kêm 500 li Sanah û 80 kesan yek ya du kes çavên xwe ji ber guleyan winda kirine.

IHR di vê raporê de ji ber hêzên rejîma Îranê rasterast gule berdane û navê 22 kesên ku yek yan jî du çavên xwe winda kirine aşkera kirin û ev nav wiha ne:

Çavên gelek kesan kor bûne

“Rahela Amirî, ya 30 salî, Elahe Tavaklian, Nilofer Aghaei, Kimia Zand, Ghazal Rangekesh a 21 salî çavekî xwe winda kiriye. Farideh Salvatipour ji herdu çavên xwe û tîrkevana neteweyî  Mehbanu Khoshnudikia çavek yê wê kor bû. Benita Kianiflowerjanî ya 6 salî jî çavekî wê  kor bûye, Yaser Elwandiani 34 salî, Ali Mohammadi 22 salî, Kausar Eftekhari, Hossein Abedin 20 salî, Behzad Hamari 43 salî, Hossein Hosseinpour 25 salî, Parviz Yari, Hossein Nuri 35 salî, Sadegh Sufi 27 salî, Hossein Bagharpour 24 salî, Nechirvan Maarofi 18 salî heryekê çavek yê xwe winda kirine. Çavekî Firoz Mirani kor bûyye û çavê wi yê din jî zirarê dîtiye. Parsa Qobadî yê 18 salî herdu çavên wê bi hev re kor bûne. Ali Mohammad Rezaei jî çavekî xwe winda kiriye.”