Piştgiriya jinên enternasyonal ji bo Şoreşa Jinan didome

Jinan ji Îtalyayê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo jinan pêyama “Têkoşîna we ji bo hemû jinên cîhanê ye” dan. Jinan gotin: “Bala me li ser êrişên li dijî konfederalîzma demokratîk û Rojava ye."

Îtalya – Şoreşa Jinan a di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê deng veda bala tevahî jinên azadîxwaz ên cîhanê kişand. Jinên ku ji gelek deverên cîhanê berê xwe dan herêmê, bi têkoşîna xwe qada şoreşê veguherandin qada têkoşîna jinan a enternasyonalîst. Ji Îtalyayê jin bi peyamên xwe ragihandin ku êrişên îro li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin êrişên li ser konfederalîzma demokratîk in û ji bo têkoşîna jinan a li dijî êrişan jî gotin: “Têkoşîna we ji bo hemû jinên cîhanê ye.”

Berxwedana jinan a li Kobanê bi milyonan mirovan gihîştand hev

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2014’an de li hemberî dijminê jinan DAIŞ'ê bi pêşengiya jinan, berxwedan û serkeftinek bêhempa hat nîşandan. Îro jî çeteyên girêdayî dewleta Tirk dixwazin van destkeftiyan ji destên gelan bigrin. Li hemberî êrişên van çeteyan, têkoşîna jinên enternasyonalîst jî balê dikşîne. Di sala 2014’an de jinên enternasyonalîst hatin Rojava û li hemberî DAIŞ’ê şer kirin. Îro jî jinên li çar aliyên cîhanê, bi peyaman piştgiriya xwe tînin ziman. Berxwedana Kobanê, li tevahiya dinyayê piştevaniyek ava kir. Li Emerîka, Brîtanya, Almanya, Fransa, Îspanya, Kanada, Yewnanistan, Îtalya, Swêd, Brezîlya, Avustralya, Japonya û gelek welatên din li bajarên cuda xwepêşandan, mitîng, çalakiyên piştevaniyê hatin lidarxistin. 1’ê Mijdara 2014’an, ji bo piştevaniya bi Kobanê re, weke “Roja Kobanê ya Cîhanê” hat ragihandin. Di vê rojê de li gelek welatan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku berxwedana Kobanê, têkoşîneke azadî û mirovahiyê ya li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê ye.

Ji Almanyayê hat Rojava

Di şerê li Rojava de gelek jinên enternasyonalîst jiyana xwe jidest dan. Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Almanyayê jidayik bûye, yek ji van jinan e. Ivana, di nava çeperên MLKP’ê de li hemberî DAIŞ’ê şer dikir. Di 7’ê Adara 2015'an de li Til Temirê jiyana xwe jidest da. Ivana, di çalakiyên femînîst û anarşîst de bi awayekî çalak cih girtibû.

Şoreşgerên enternasyonal

Sarya Ozgur bi eslê xwe ji Tirkiyeyê bû, di 12’ê Kanûna 2014'an de li Kobanê di şerê li hemberî DAIŞ’ê de tevli refên şoreşgerên nemir bû. Sarya digot ku Şoreşa Rojava, Şoreşa Jinan e. Anna Campbell (Helîn Qereçox) welatiya Brîtanyayê bû. Anna, di nava refên YPJ’ê de şer dikir. Ji bo ku piştgiriyê bide têkoşîna jinên Kurd, hatibû Rojava. Anna, di 15’ê Adara 2018’an de li Efrînê di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest da. Femînîst, aktivîst û endezyara avahîsaziyê bû.

 Ji Îtalyayê piştgiriya bi Şoreşa Jinan re

Îro jî li hemberî êrişên ku armanca wan têkbirina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şoreşa jinan e, têkoşîneke enternasyonalîst tê dayîn.

Peyama piştgirî û hevaltiyê

Angela Irma Palentera ya ku ji Rete Jin a Îtalyayê ye, tîne ziman ku ev peyamek piştgirî û bi hevaltiyê re ye û wiha dibêje: “Pêyama min ji bo jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo konfederalîzma demokratîk û azadiya jinan têdikoşin e. Ez bi têkoşîna we re me. Jin Jiyan Azadî!”

‘Bala me li ser êrişên li dijî konfederalîzma demokratîk û Rojava ye’

Franca Carzedda ya ji Rete Jin a Îtalyayê jî dibêje; “Hevalên hêja, ez ji Îtalyayê me û vê dîmenê ji we re dişînim. Têkoşîna we ya azadiyê, ji bo me mînakek pir girîng e û li ser vê esasê, çend sal beriya niha bi jinên din re me komek jinan ava kir. Navê koma me,  Rete Jin e. Em bi dilgiranî û xemgînî rewşa heyî dişopînin. Bi taybetî jî bala me li ser êrişên li dijî konfederalîzma demokratîk û Rojava ye. Piştgiriya me ya ji we re, ew ê bêdawî be. Ji ber ku em dizanin têkoşîna we, ji bo hemû jinên cîhanê ye. Em ê her dem li kêleka we bin, heta ku konfederalîzma jinan a cîhanê pêk bê. Em bi hêz û moral silavên xwe ji we re dişînin.”