‘Piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistan erkê netewî yê her Kurdek e’

Hiqûqnas Tanya Tahir diyar kir ku dijminên Kurdan her tim ji bo şikandina Kurdan êrişî jinê dike û got: “Jinên Rojava bi berxwedana xwe destan nivîsandine. Divê em xwedî li Rojava derkevin.”

Silêmanî – Li her welatê ku şer lê biqewime, di dema êrişan de zagonên navnetewî yên parastina sivîlan, tê binpêkirin û komkujî tê kirin. Ew dewletên ku Kurdistan kirine çar parçe, welatiyên sivîl jin û zarok dikin hedefa êrişên xwe. Dewleta Tirk ku dagirkerê sereke yê Kurdan e, li her cihekê ku Kurdek lê hebe, Kurdan tune dike. Di êrişên dawî yên li ser Rojavayê Kurdistan û ruxandina rejîma Baasê ya Sûriye de, şerên li herêmê, êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û bi hedefgirtina hemwelatiyên sivîl û koçberî dûbare bû. Di 8’ê kanûnê de dewleta Tirk du komkujî pêk anîn. Yek ji wan li ser malbatek 12 kesî bû. Piranî jin û zarokan di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan.

‘Destpêkê êrişî jin û zarokan dikin’

Hiqûqnas Tanya Tahir behsa dîroka şer kir û destnîşan kir ku di şeran de destpêkê jin û zarok dibin hedef. Tanya wiha got: “Di vê çarçoveyê de hemû zagonên navnetewî yên derbarê şer de, hatin binpêkirin û sûcê şer tê kirin. Herî zêde di şeran de jin bi awayek fîzîkî û derûnî bi bandor dibin. Ji ber wê dema ku em behsa pirsa jinê û beşdariya wê ya di civakê de dikin, em daxwaza parastina jinan dikin. Ji dîrokê ve li başûrê Kurdistanê bandorên  şer li ser jin û zarokan heye. Jin û zarok qûrbanê yekem ên şer in. Di aliyê civakî, siyasî û leşkerî de, her dem jin dikeve destê hêzên dijber. Di civaka Rojhilat de jinê wek namûs dibînin. Desdirêjî lê tê kirin û rastî hemû cûrên êrişan tê. Ger em behsa netewa Kurd bikin, jin hebûnek ku divê rêz lê were giritin û pîroz e. Ji ber wê, dijminê Kurdan di hemû rewşan de ji bo destdirêjiya  li ser maf, azadî û xaka Kurd de, destpêkê êrişî jin û zarokan dikin.”

‘Jina Kurd bi berxwedana xwe destan nivîsand’

Tanya Tahir behsa jinên Rojavayê Kurdistanê kir û wiha got: “Hate piştrastkirin ku jin dikarin, bi taybet di aliyê leşkerî, rêvebirina civakê û siyasetê de xebat bimeşînin. Vêya jî, jinên Rojava nîşan dane. Niha ev êrişên li ser Rojava tê kirin, ji bo tunekirina netewa Kurd e. Jinên Kurd li Rojava bi berxwedana xwe destan nivîsandin. Ez dikarim bejim jina Kurd tenê ne ew e ku di edebiyatê de ye, jin ew hebûn e ku dikare parastina welat bike û guherînê di sîstem, rejîm û rêveberiyê de bikin.”

‘Divê em erkê xwe yê netewî pêk bînin’

Tanya Tahir piştevaniya xwe ya ji bo her Kurdên li her parçeyê Kurdistanê anî ziman û wiha got: “Bi taybetî wek jinek ez piştevaniya jinên Rojava dikim. Divê em di her alî de piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin. Di vê di asta siyasî de, hêzên siyasî di nav hikûmetê de û derveyî hikûmetê piştevaniyê ji bo Kurdên Rojava bikin. Her wiha divê em zextê li ser hikûmeta navendî bikin ji bo gihandina alîkariyê. Her wiha dikarin alîkariya madî û mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê bikin, ev erkê me yê netewî ye.”