‘Pêwîst e jin û civaka me neyên lîstikên dijmin’
Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê Rîm Cewher der barê êrîşên li ser axivî û got ku ew ji bo aramî û ewlehiya gel ew di nava tevgerê de ne.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Yek ji hêzên ku barê aramî û ewlehiya sivîlan rakiriye û ji bo wan 24 saetan di nava tevgerê de ye, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê ye. Li navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê di pêkanîna aramiyê ji bo jin û civakê roleke girîng dilîzin. Ne tenê di warê ewlehiyê de, di gelek waran de nahêlin zirar bigihîje civakê û li hemberî şerê taybet li dijî civakê tê meşandin hewl didin bibin bend. Der barê êrîşên dagirkirinê yên dewleta tirk û çeteyên wê li ser navçeyê û hewldanên jihevxistina civakê bi gelek amûran û helwesta gel de Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê Rîm Cewher axivî.
‘Karên ku rejîma Baasê berê dikir niha dewleta tirk dike’
Rîm Cewher da zanîn ku ew wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewl didin rê li ber gelek made û amûrên pê civak tê helandin bigrin û wiha domand: "Çawa di dema rejîma Baasê de çek û madeyên hişbir derbasî nava civakê dihatin kirin, niha jî wisa dibe lê vê carê ne tenê rejîm dewleta tirk jî vî karî dike. Her wiha kesên qels ku ji rastiya xwe dûr ketine wan wekî sîxurên xwe bi kar tîne. Me wekî hêz dikaribû û hewldanên me yên ku em bikaribin rê li ber made û amûran, derbasbûna çekan ji herêmên me û civakê re da ku li dijî me wan birêxistin bikin, fuhûş û madeyên hişbirê, bigrin hene."
‘Beriya ku em tedbîrên xwe bigrin em ji bo gel tedbîran digrin’
Rîm Cewher got ku dewleta tirk zagonên navdewletî yên girêdayî şer binpê dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dagirker gund û malên sivîlan dikin hedefa topên xwe. Niha tenê 700 mîtro di navbera me û dagirkeran de heye. Ne tenê gund û malên sivîlan, navenda me ya ewlekariyê jî kirin hedef lê îrade û cesareta heyî hişt ku hemû êrîş vala derkevin. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê jî zagonên navdewletî yên girêdayî şer binpê dikin. Dema ku tiştek diqewime, em sivîlan diparêzin û wan jî riya xwe dîtiye dema ku topbaran çêbibe wê berê xwe bidin kê. Beriya ku em tedbîrên xwe bigrin em ya sivîl û gelê xwe digrin. Bêguman em û gel yek in, dema ku birîndarî çêdibe em wan radikin nexweşxaneyan. Helwestên gelê me jî diyar in ji van êrîşan re."
‘Divê em hemû ji van kemînên dijmin agahdar bin’
Rîm Cewher bang li jinan û hemû beşên civakê kir ku li dijî şerê taybet ê çêdibe şiyar û baldar bin û wiha pêl da gotinên xwe: "Divê ku jin û giştî gelê me şiyar û baldar bin. Ew bi hezaran sal e li ser vê axê dijîn. Divê ku neyên lîstikên dijmin û neyarên xwe. Reşkirina hevd û tevliheviyên ku derkevin hemû jî armancên şerê taybet in ji lewra em bang li civaka xwe dikin û dibêjin ji rastiya xwe dûr nekevin, em bi hev re dikarin hemû planên wan vala derbixin. Em ji bo gel û gel jî ji bo me li vir e divê em bi hev re bi hêztir bin. Îro em canê xwe ji bo gelê xwe didin divê ku ew jî birêxistinbûyîna xwe xwedî li vê yekê derkevin. Civak goşt e em jî neynûka wê ne. Em ê bi yekitiya xwe bikaribin hemû planan pûç bikin."