‘Di vê pêvajoyê de yekîtiya jinan girîngtir e’

Jinên Êzidî û jinên ku ji derveyî Şengalê tevlî Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bûne, diyar kirin ku ger hemû jin bibin yekdest dikarin pêşiya hemû fermanan bigirin.

Şengal Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku ji hêla Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve bi dirûşma ‘Banga Civaka Demokratîk bersiva 73 femanan e’ tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome.

Jinên ku tev li konferansê bûne, bi kurtasî girîngiya konferansê ji ajansa me re nirxandin.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Simo anî ziman ku hêvîdar e konferansa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam şandî, bibe konferansa xêr, xweşî û wekheviyê di navbera hemû ol, bawerî û civakên cuda yên li Şengalê dijîn û wiha got: “Em dikarin bêjin ku bi lidarxistina konferansê ev roj ji bo me ji nû ve hiltê. Em wek jin û civaka Êzidî û hemû civakên bindest bi peyama Rêber Apo re ne. Ev 11 sal in em têdikoşin, kar û xebat dimeşînin daku em bighên van rojan. Divê em civak bi destê hev bigirin, hevdu xurt bikin. Ger em bibin yek, kes nikare me têk bibe. Hêvîdar im piştî vê konferansê civaka Êzidî hîn bêtir destê hevdû bigirin û pêşiya fermanan bigirin. Ger beriya fermanê tifaq û yekîtiya me hebûna dê keç û jinên Êzidî rastî evqas zor, zehmet û tadeyê nedihatin. Lê piştî fermanê ev 11 sal in jinên Êzidî li ber xwe didin, têdikoşin û îro dikarin pêşiya fermanan bigirin. Ger em jin hemû bibin yekdest em dikarin pêşiya hemû fermanan bigirin.”

Civaka Êzidî dixwaze xwe bi xwe birêve bibe

Zozan Simo destnîşan kir ku ew wek civaka Êzidî ne dixwazin girêdayî hikûmeta Iraqê bin ne jî dixwazin girêdayî hikûmeta Başûr bin, ew dixwazin xwe bi xwe birêve bibin.

‘Em azadiya Rêber Apo dixwazin’

Zozan Simo bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinên Êzdî jî û ev nirxandin kir: “Em wek civaka Êzidî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Ger Rêber Apo tevî ku di nav çar dîwaran de ye û ji me re dibêje yekîtiya xwe pêk bînin, em jî azadiya wî dixwazin û ji bo vî jî çi ji destê me were em ê bikin. Ger Rêber Apo azad bibe dê em hemû, civakên bindest hemû azad bibin.”

‘Di vê pêvajoyê de yekîtiya jinan girîngtir e’

Çavdêra siyasî Hewjîn Şerîfe Xelîl jî ragihand ku di pêvajoyek wisa de pêkhatina konferanseke bi vî rengî bi taybetî ji bo civaka Êzidî pir girîng e û wiha axivî: “Rêber Apo ji bo hemû civakên cuda yên Rojhilata Navîn bi taybetî ji bo Kurdan û civaka Êzidî banga aştî û civaka demokratîk kir da ku hemû civakên cuda, ol û baweriyên cuda bi hev re bijîn. Di vê pêvajoyê de yekîtiya neteweyî ya Kurd girîng e lê yekîtiya jinan hîn girîngtir e. Divê jin yekîtiya xwe pêk bînin da ku bi hev re kar û xebatên xurt bimeşînin.”

Hewjîn Şerîfe Xelîl bal kişand ser merasîma çekdanîna gerîla û ev nirxandin kir: “Di 11’ê Gulanê de li ser banga Rêber Apo gerîla bi pêşengtiya Besê Hozat merasîma çekdanînê pêk anî. Bangawazî û ji vê bangawaziyê re pêşengtî kirina Besê Hozat girîng e.”

Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî pêşengtîkirina şoreşê

Di dawiya nirxandina xwe de Hewjîn Şerîfe Xelîl ev tişt vegot. “Bi felsefeya ku jin dikarin yekdeng û yekdest bin bi taybetî jinên êzidî ku rastî jenosaîdek hatin, dikarin her tiştî bikin. Pêwîst e jinên êzidî hîn bêtir destê hev bigirin daku bikaribin di komalgehek nû û teze de bikaribin hîn xurtir cihê xwe bigirin, jin bikaribin bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî hîn zêdetir pêşengtî ji şoreşê re bikin.”