Pêşengên şoreşa jinê li Til Temir hatin bi bîr anîn

Bi armanca şermezarkirina qetilkirina jinên pêşeng yên komkujiyên Parîsê û Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yê Îranê ve hat qetilkirin Tevgera Hîlala Zêrîn a navçeya Til Temirê şanoyek pêşkêş kir.

Hesekê – Berî 10 salan di 9'ê Çileya 2013'an de li Paytexta Fransa Parîsê komkujiyek ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat. Di encamê de Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Her wiha komkujiya duyem jî li heman paytextê di 23'ê Kanûna 2022'an de pêk hat û Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara, Hûnermend Mîr Perwer û welatparêz Abdulrahman hatin qetilkirin. Çalakvana jin û akademisyen Nagîhan Akarsel 4’ê Cotmeha 2022’yan li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Heman demê de piştî serhildanên ku li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ya rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê û gelek jinên ku ji bo vê doze hatin hedef girtin.

Bi armanca bîranîna pêşengên jin yên ku hatin qetilkirin, polîtîkayên li dijî jinan tê meşandin û armanca hêzên hegemon û hişmendiya desthilatdar, Tevgera Hîlala Zêrîn a navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek li Saziya Malbatên Şehîdan li dar xist. Çalakiya ku bi dehan jin û mêr beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtin ji giyanê cangoriyan re dest pê kir.

'Qetilkirina jinên pêşeng dewama komploya 15’ê Sibatê ye'

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Til Temir Reşa Elo bal kişand ku polîtîkayên li dijî jinên pêşeng tên meşandin ji tecrîda girankirî ya li girtîgeha Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan t3e meşandin ne qût e û wiha got: "24 sal in tecrîdeke girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin ku komplo jî bi awayên cûda dewam dike. Li Parîsê û bi destê MÎT ê di nava 10 salan de du komkujiyên mezin li dijî jinên pêşeng yên Kurd rû dan. Di kesayeta Evîn û Sakîne de 6 rêhevalên me hatin qetilkirin. Komkujiyên Parîsê ya yekem û duyem jî dewama komploya 15'ê Sibata 1999'an e. Armanca qetilkirina Nagîhan, Sakîne û Evîn ewe ku hêza jina azad bişkîne û derbeyekê li rêxistina jinan bixe. Rêheval Evîn û Sakîne fikir û felsefeya Rêber Ocalan temsîl dikin. Evîn û Sakîne sekna jina azad temsîl dikin, zanista Nagîhan jî belavkirina fikir û zanista Rêber Ocalan bû, keziyên Jîna Emînî bû sembol û ala serkeftina li dijî tarîtiyê ye. Li ser vî esasî em jî qetilkirina jinan bi tundî şermezar dikin."

Piştî axaftinê find li ber wêneyên 6 jinan hatin vêxistin û şanoya bi nave ‘Tava azadiyê’ hat pêşkêşkirin. Peyama şano jî ew bû ku çima Parîs li hember qetilkirina jinan bêdeng e. Her wiha di şanoyê de hat tekez kirin ku têkoşîna Evîn, Nagîhan, Sakîne, Leyla, Jîna û Fîdan wê bidome.

Çalakî bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.