Perwerdeya zimanên biyanî ya jin û zarokên keç ên Afganî hat qedexekirin

Li Afganîstanê ji aliyê Talîbanê ve perwerde ditîna jin û zarokên keç ên li Navendên Perwerdehiya Îngilîzî ya Muslûm hat qedexe kirin. Jinan ji qedexeyan re bertêk nîşan dan û gotin: “Ji xwe perwerde kirina jinan ditirsin.”

Kabûl – Talîbanê ku piştî dest danî li ser rêveberiya Afganistanê, hemû deskeftiyên jinan ji dest wan girt, destpêkê rûpoşê li ser jinan ferz kir. Rejîma Talîbanê ku ji jinan û zarokên keç re çûyîna dibistanê qedexe kir, piştre doza qedexeyên xwe gav bi gav zêde kir. Di dawiyê de, Navendên Perwerdehiya Îngilîzî ya Muslûm ji bo jin û keçan hatin qedexe kir.

Hin şaxên navendê kilît kirin

Dema şaxên navendê li gelek bajarên Afganîstanê cih digrin, jin û zarokên keç ên ku perwerdeya xwe didomînin an jî dixwazin qeydên nû bikin ji navendê tên wergerandin. Hate hînbûn ku hin şaxên navendê li deriyên xwe kilît kirine.

“Ji jinan ditirsin”

Jina bi navê L.A ku yek ji xwendekarên navendê ye, wiha got: "Nûnerê Talîbanê bi gotina "Hûn keç tên wê dibistanê, hûn civakê xirab dikin, li mala xwe bimînin" telefonê li ser rûyê min girt. Taliban naxwaze em perwerde bibînin, destûr nade û ji xwe perwerdekirina jinan ditirse.”

Jinên ku li ber saziya perwerdehiyê li hev civiyan, li ser nevebûna deriyan neçar man vegerin malên xwe.