Pêla nû ya Covid 19: Dê 112 milyon kes jê bi bandor bibin

Tê texmînkirin ku li Çînê di şewbê de ji ber versiyona jêr a Omicron a Covid 19, her hefte hejmara kesên bêketî zêde dibe. Hejmar dê bi 11 milyonî re bigihîje lûtkeyê û şewb bi giştî bandorê li 112 milyon kesan bike.

Navenda Nûçeyan - Li gorî analîza ku ji aliyê şîrketa xizmetên daneyên tenduristiyê û analîzê ya Airfinity ku navenda wê li Londonê ye, hat weşandin tê pêşbînîkirin ku di bûyera ji ber sedema XBB’ê ya versiyona jêr a Omicron a Covid-19’ê derketiye de, hejmara pêketiyan 11 milyon e ku di rojên pêş de dê bigihîje lûtkeyê.

Tê payîn ku dê bandorê li 112 milyon mirovan bike

Li gorî nûçeya di Gazete Duvar de tê texmînkirin ku şewb dê bi giştî bandor li 112 milyon mirovan bike. Tê dîtin ku pêla nû li gorî şewba di mehên zivistanê de dest pê kir dê zêdetir bibe. Tê texmînkirin ku di vê pêla enfeksiyonê de 629 hezar kes jiyana xwe ji dest bidin.

Ji nû ve pêla enfeksiyonê

Piştî ku Çîn dev ji tedbîrên kontrol û pêşîlêgirtina şewba bi navê "sifir bûyer" berdide û stratejiyek jiyîna bi vîrusê re dipejirîne, tê çavderîkirin ku gelek pêlên "ji nû ve enfeksiyonan" ên wekî li Japonya û Koreya Başûr berê hatine sepandin û dûre hatine rakirin derbikevin holê. Li Çîne der barê pêla dawî ya şewbê de daneyên fermî nayên dîtin.

Navendên Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan (CDC), piştî ku ragihand Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di destpêka Gulanê de Covid-19 dê "rewşa lezgîn a tenduristiya gerdûnî" neyê hesibandin, dev jê berda ku hejmarên heftane yên ceribandinên erênî û serdanên li klînîkan eşkere bike. Li aliyê din, CDC’ê ku bi rêkûpêk agahdariya WHO’yê didomîne, ragihand ku di hefteya 21-28’ê Gulanê de li seranserê welat 5 hezar û 621 bûyer hatine tesbîtkirin.