Pêkhateyên Hesekê: Em ê bi ruhê gelê şoreşgerî li ber xwe bidin

Pêkhateyên Hesekê, Kurd, Ereb û Ermenan diyar kirin ku armanca sereke ya êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tunekirina projeya Neteweya Demokratîk e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Dewleta tirk  ji 19’ê Tîrmehê ve bi balafirên şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kobanê, Dêrik, Şehba, Dirbesiyê, Şera û Zirganê bombebaran dike. Li dijî van êrîşan li tevahî cîhanê gel daketin qadan û helwestên nerazîbûnê nîşan dan. Pêkhateyên Bajarê Hesekê êrîşan bi tundî şermezar kirin û teqez kirin ku bi ruhê gelê şoreşger dê xaka xwe ji dagirkerî û êrîşan biparêzin.

‘Dewleta Tirk hewl dide dîroka 1915’an dubare bike’

Enûş Teteriyan da zanîn ku dewleta tirk a dagirker dîroka komkujiya 1915’an dubare dike û wiha anî ziman: “Di dîrokê de desthilatdariya Osmanî li dijî gelê Ermen komkujiyek pêk anî, di encamê de bi milyonan kes şehîd bûn û bi hezaran jî neçarî koçberiyê bûn. Gelê Ermen ji metirsiya hovîtiya desthilatdariya Osmanî ola xwe guhert, ziman û çanda xwe winda kir. Lê piştî ku Şoreşa Rojava dest pê kir, wekî şansek nû bû vejîna gelê Ermen, dikaribûn careke din li hev kom bibin û dîroka xwe zindî bikin. Me hebûna xwe di felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan dît lewma me projeya Neteweya Demokratîk esas girt. Di bin vê projeyê de gavên pîroz hatin avêtin û yekitiya pêkhateyan hat çêkirin. Êrîşên ku niha dewleta tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne îradeya pêkhateyan hedef digre. Îro pêkhateyên herêmê bi yek ruhî dijîn. Lê dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze gelên herêmê qir bike û armancê desthilatdariya Osmanî bighîne serî. Lê em vê yekê qebûl nake, dem dema azadiyê ye. Ji bo ku em bikaribin xwe ji pişaftin û qirkirinê biparêzin weke pêkhate me destên xwe daye hev û çi pêwîst be em amade ne. Em ji van êrîşan natirsin. Em bêdengiya dewletên cîhanê şermezar dikin û ji wan re dibêjin ku rastiya wan êdî hatiye eşkerekirin. Em dizanin çendî dijminên gelên herêmê ye.”

‘Parastin mafê me yê rewa ye’

Rîm Wedeyî da zanîn ku siyaseta dewletan xwe li ser avakirina tevliheviyên di navbera pêkhateyên herêmê de ava dike û wiha axaftina xwe domand: “Eger em binêrin em ê bibînin ku di her dewletê de siyasetek tenê tê meşandin ew jî derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên herêmê de ye. Mînaka wê jî rêjîma Sûriyeyê ye dema di 12’ê Adarê de xwest fitneyê di navbera Kurd û Ereban de derxe û heya roja îro jî ev armanc berdewam dike. Dewleta tirk a dagirker û hevalbendên wî dîtin ku gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin projeya neteweya demokratîk de dijî û bi ruhekî tevdigerin lewma êrîş kirin. Ji ber ku ev proje êdî bûye model di tevahî cîhanê de û wekî xeter li ser hebûna xwe dibînin. Em dizanin ev êrîş, berdewama komploya 9’ê Cotmeha 2019’an e di wê rojê de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin . Lê bila baş bizanibin êrîş vî gelî naşkînin em li pişta şervanên QSD’ê YPJ/YPG’ê ne. Îro ev êrîş ne tenê li ser pêkhateyek tên kirin, li ser her kesê tên kirin lewma parastin mafê me yê rewa ye ji ber ku me êrîşî tu kesê nekiriye. Em ê bi ruhê gelê şoreşgerî planên qirkirinê têk bibin.”

‘Bi êrîşan hemû kesên di civakê de tên hedefgirtin’

Silava Ehmed destnîşan kir ku êrîşên dewleta tirk deskeftiyên şoreşê û pêşketinên wê hedef digre û wiha got: “Di vê qonaxa hesas de Rêveberiya Xweser ji bo reşnivîsa hevpeymana civakî kar û xebatan dida meşandin. Bi vê projeyê mafê her pêkhateyê tê parastin û ji bo çaranûsa her ferdek di civakê de gavekî girîng û pîroz e. Êrîşên dewleta tirk li ser herêmê hevpeymana civakî hedef digre û dixwaze rê li ber pêşketina kar û xebatên wê bigre. Lewma em van êrîşan dibînin êrîşek li ser hebûna her ferdê di civakê de ye. Em dibêjin ev deh sal in şoreş heye em newestiyane û nawestin. Me xeta berxwedaniyê felsefeya Rêber Ocalan hilbijartiye û em xwedî baweriyek mezin in bi vê felsefeyê. Tu carî dev ji doza xwe bernadin. Li dijî van êrîşan em ê her kêlî li kolanan bin em ê piştgirî bidin zarokên xwe û bi hev re xaka xwe ji dagirkeriyê biparêzin.”