Parlementerên DBP û HDP’e serledana Îmraliye kirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê bi daxwaza hevdîtine ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdan kirin.

Navenda Nûçeyan - Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê dan.

Di serlêdanê de ku pêşkêşî Wezareta Edaletê hat kirin, daxwaza serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ev 20 meh in agahî jê nayê girtin, kirin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê jî serlêdan kiribûn 

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) birazayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Ocalan di 20’ê cotmehê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dabûn.

Wezaretê, tevî ku 42 roj derbasbûn jî bersiva serlêdanê neda.