Pakistan di bin avê de ma
Ji ber karesata lehiyê ya li Pakistanê tê jiyîn, bi milyonan mirov asê mane û jiyana wan di metirsiyê de ye.
Navenda Nûçeyan- Rayederên Pakistanê ragihandin ku ji sêyan yekê Pakistanê bi temamî di bin avê de maye. Li welat ji meha Hezîranê û vir ve ji ber lehiyên ku bi encama barana mûsonê hatine jiyîn, hejmara kesên mirine hezar derbas kir. Wezîrê Avhewayê tiştên hatin jiyîn wek "Qeyraneke ku asta nayê xeyalkirin" bi nav kir, got ku bi milyonan kes jî cihên xwe bûne û 33 milyon kes jî ji ber lehiyê bandor bûne. Ew tê wateya nêzî ji sedî 15’ê nifûsa welat.
Li gorî daneyên Rêveberiya Afadê ya Neteweyî, tedawiya kesên ku ji ber lehiyê birîndar bûne jî didome.
Tabloya karesatê
Ji ber lehiyê 662 hezar û 446 xanî zirar dîtin, 287 hezar û 412 xanî jî bi temamî hilweşiyan. 30 milyon mirov neçar man malên xwe biterikînin. Her wiha li welat ji ber lehiyê 719 hezar û 558 dewar telef bûn, 3 hezar û 451,5 kîlometre rê zirar dît, 149 pir hilweşiyan û 170 dikan jî hilweşiyan. Ji aliyê din ve rayedaran ragihandin ku 51 hezar û 275 kes ji lehiyê hatine rizgarkirin û 498 hezar û 442 kes jî ji herêmên ewle re hatine veguhestin.
Di salên dawî de ya herî xirab e
Li Pakistanê her sal di demên barana mûsonê de karesat ji ber lehiyê tê jiyîn. Lê belê rayedar diyar dikin ku barana îsal ji her demê zêdetir e.
Ger bi lehiyên 2010-11’an bê berhevdan, karesat di asteke nayê derketin de ye û ji ber vê rayedar zêdetir ji welat re banga alîkariyên navneteweyî dikin.
Li nêzî bajarê Larkana ya welat bi hezaran xaniyên ax di bin avê de man. Rojnamegerên li herêmê radigihînin ku ji mirovên ku li gundan bi awayekî bêhêvî li xwarinê digerin, gelek zarok ji ber avê tûşî gelek nexweşiyan bûne. Li aliyê din bi milyonan mirov ji ber hilweşîna piran û girtina riyan asê mane.
Li Çiyayên Kagan ê yek ji deverên geştyarî yên navdar ên Pakistanê ye, lehiyên mezin di geliyê de tiştek nehiştin, tê texmînkirin ku herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dane.