Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 103’emîn de didome

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Edaletê di roja 103’emîn de berdewam dike.

Enqere-Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, didome. Nobeta ku Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê ye digirin di roja 103’yan de didome. Dayika Aştiye Fînce Akman, rêxistina jinan a DEM Partiyê ya Sakaryayê û rêxistina EMEP ya Mamakê çûn serdana Emîne Şenyaşar.

Li aliyê din jî  Sevînç Çakir ya ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hatibû girtin jî ji Emîne Şenyaşar bi bandor bibû û li ber wezareta dadê dest bi çalakiya runiştinê kiribû û çalakiya wê jî di roja 26’emîn de berdewam kir.

Piştî nobetê Emîne Şenyaşar, kurê wê Ferît Şenyaşar û dayika aştiyê Fînce Akman derbasî meclîsê bûn.