Nobeta Edaletê li pêşiya ATK’ê berdewam kir

Ji xizmên girtiyan Nezîre Boltan ku di Nobeda Edaletê de axivî, wiha got: “Destê xwe deynin ser wijdana xwe û di zûtirin demê de girtiyên nexweş berdin.”

Amed - Nobeta edaletê ya xizmên girtiyan bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê dabûn destpêkirin, li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) berdewam kir. Dayika yek ji girtiyên nexweş Civan Boltan, Nezîre Boltan diyar kir ku ev 9 meh in di nobeta edaletê de û axivî: “Bila zarokên me bên berdan û tedawîkirin. Li girtîgehan nayên tedawîkirin. Bila wan berdin da ku em wan tedawî bikin. Ev edalet dê sibe bo we jî hewce bike. Gelo ma Serokkomar dengê me nabihîze, wezîrê edaletê me nabîne? Li gel ku zarokên me nexweşin jî, di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Destê xwe deynin ser wijdana xwe û di zûtirin demê de girtiyên nexweş berdin.” 

“Girtiyên nexweş berdin”

Nezîre Boltan diyar kir ku gelek girtiyên nexweş di hûcreyê de tê girtin û wiha got: “Em ji ber kurdbûna xwe rastî cihêkariyê tên. Lê çi dibe bila bibe em ê dev ji nasnameya xwe bernedin. Dê daxwaza me ya edaletê bidome. Ne wijdan û ne jî rehm di dilê wan de ma ye. Nahêlin em zarokên xwe jî bibînin. Ma dê ev zilm heta ku derê bidome? Heta raporê jî nadin zarokên me. Ma heq û hiqû tune ye? Destê xwe deynin ser wijdana xwe.” 

Çalakî, bi dirûşmêyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” û bi çepikan bi dawî bû.