Nobeta edaletê di roja xwe ya 523’emîn de ye: Em dixwazin taritiyê ronî bikin

Malbata Şenyaşar, ev peyam parvekir: “Cihê ku edalet lê nebe, ew dar tarî ye. Em dixwazin bi têkoşîna xwe tariyê ronî bikin.”

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 516’emîn de ye. Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya nekarî beşdar bibe, kurê wê Ferît Şenyaşar a hat li ver Edliyeya Rihayê domand.

Malbatê, ji ber dawiya heftê ye û edliye girtî ye  nobeda xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 

"Em dixwazin taritiyê ronî bikin"

Malbatê ji hesabên xwe yên medyayê hesabên Walîtiya Rihayê, Wezareta Dadê û Midûriyeta Polîsan Parêzgeha Rihayê etîket kirin, ev parvekirin kir: “Cihê ku edalet lê nebe, ew dar tarî ye. Em dixwazin bi têkoşîna xwe tariyê ronî bikin. Yên ku hawara daye ya li dijî bêedaletiyê nabihîzin dê têk biçin.”