Nobeta edaletê di roja 568’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 568'an a çalakiya xwe de careke din ji rayedaran xwest ku dengê wan bibihîze û daxwaza xwe ya edaletê dubare kiri.

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 568’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe didomîne; Ferît Şenyaşar jî  di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir.  

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê hesabên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Waliyê Rihayê Salîh Ayhan etîket kirin û ev parvekirin kir: “Dayik ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro li malê nobeta xwe digire. Li cihê nobetê jî paspasa ku li ser rûdine û peyva edaletê ya her tim tîne ziman disekine. Li rex wê deriyê edaletê heye. Di nava wê de jî dozgerên ku li gorî kesan û statuyê darizandinê dikin hene.”