Nobeta Edaletê di roja 438’an de ye

Emîne Şenyaşar a ku 438 roj in daxwaza edaletê dike, wiha got: “Kurê min Fadil 4 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Bila zarokê min berdin.”

Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê, berdewam dike. Malbata ku siharê ji mala xwe ya li Pirsûsê hat ber Edliya Rihayê, çalakiya xwe li qada weke ku “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar" tê pênasekirin da destpêkirin.

Emîne Şenyaşar li qada nobetê axivî û wiha got: “Gelo çima kesên zarokên li nexweşxaneyê qetil kirin serbest berdan? Van kesan li nexweşxaneyê mirovan qetil kirin. Hûn bi kîjan wijdanê van kesên ku zilm li me kirine ber didin? Em dixwazin hemû kes bên girtin. Kurê min Fadil 4 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Bila zarokê min berdin. Bi vê sedemê ev bû salek ku em li vê derê rûdinin. Em hem Remezan hem jî cejna xwe li vir derbas kir. Em dixwazin ku hemû kesên di qeydan de xuya dikin bên girtin.”

“Cihê ku edalet tune ye, tarî ye”

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê hesabên fermî yên Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “ Hêz û rûmeta dewletê edalet e. Cihê ku edalet tune ye, tarî ye. Ev tarîtiya li ber Edliyeya Rihayê  dê rojek ronî bibe.”