Nobeta edaletê 18 meh in didome

Malbata Şenyaşar a 18 meh in nobeta edaletê didomîne wiha got: “Fadil Şenyaşar ê bav û du birayê wî hatin qetilkirin 4 sal in di hucreyê de tê agirtin û daye jî salek û nîv e li ber deriyê edliyeyê ye.”

Navenda Nûçeyan – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo 3 ferdên malbata wan di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, berdewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobedê digire. Çalakiya malbatê di roja 573’yemîn ve berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyeyê û edliye girtî ye malbat li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobedê girt.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê hesabê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etîket kir û vê peyamê belav kir: “Her kesê ku welat bi rê ve dibe qebûl kir ku em di têkoşîna xwe de mafdar in. Mafdarî tenê têr nake. Fadil Şenyaşar ê bav û du birayê wî hatin qetilkirin 4 sal in di hucreyê de tê agirtin û daye jî salek û nîv e li ber deriyê edliyeyê ye.”