“Nifşê Operet a Ronesansê” pêşxistina zarokên Filistînî dike armanc

Navenda Weşangerî û Çandê ya Îbn-î Erebî ji bo pêşxistina zarokên Filistînî û daxwaz û pêyamên wan bi hîn riyên hunerî ve bi pêş bixe xebatek da destpêkirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Navenda Weşangerî û Çandê ya Îbn-î Erebî bi armanca bal kişandin pêvajoyên çareserkirina pirsgrikên zarokan û bi hêzkirina wan xebatek bi navê “Nifşê Operet a Ronesansê” da destpêkirin.

Der barê xebata ku duh hat destpêkirin de dîrektora Îcra ya Navenda Weşangerî û Çandê ya Îbn-î El-Erebî Razan El-Saafin da zanîn ku zarokên Filistînî ji tevgerên nexweş ên mezinan bi awayekî neyînî bi bandor dibin û ji bo zarokên filistînî ji van peyamên neyînî bên dûrxistin ev xebat tedawiyek armanc dike. 

Razan El-Saafin bal kişand ser rastiyên ku zarok şahidiya wê dikin û wiha pê de çû: “Her çiqas rewşa zarokên Filistînî zehmet be jî em dibînin ku sedemên tundî, dorpêç û hilweşînê dihêle ku ew bi awayekê neyînî ji van rewşan bandor bibin û her wiha ev zarok ji zarokatiya xwe tên mehrûmkirin.”

Bi xebatê armanc ew e ku zarokan ji bandorên neyînî yên şer û pevçûnan rizgar bikin

Endama Rêveberiyê ya Navenda Îbnî-El-Erebî Hanadî Nasrallah jî wiha got: “Armanc bi vê xebatê avakirina nifşeke ronesansê ye ku bikaribin li hemberî zehmetiyên doza Filistinê, bi taybetî li hemberî dagirkeriya Îsraîlê ku zarokatiya zarokên Filistinî ji wan didize, têbikoşin.” 

Senarîsta Operetê Kawthar El-Assar jî bal kişand ser pêvajoya bihêzkirina zarokan û wiha pêl da axaftinên xwe: “Xebat vê yekê dike armanc ku nifşên pêş bikaribin li hemberî her cure tundî û pevçûnê têbikoşin her wiha xeyal û daxwazên zarokan mîsoger bikin.”