Neteweyên Yekbûyî ji bo Bangladeşê bang kir
Raportera Taybet ya Qaçaxçiyê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Siobhann Mullally ku piştî serdana xwe ya Bangladeşê daxuyanî da, banga parastina mexdûrên bazirganiya mirovan ya li Bangladeşê kir.
Navenda Nûçeyan- Raportera Taybet ya Bazirganiya Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Siobhann Mullally ku piştî serdana xwe ya Bangladeşê daxuyanî da, banga xurtkirina hewildanên ji bo pêşîlêgirtina bi taybetî ji bo êrişa zayendî, zewaca temena zarokan û bi armanca karkirina bi darê zorê pêşî girtina qaçaxçiyên mirovan, da zanîn divê rayedarên walêt mafên mexdûran biparê.
Siobhann Mullally di pêvajoya serdana xwe ya deh rojî ya Bangladeşê de, bi komeke qurbaniyên bazirganiya mirovan ya di nav wan de kesên ku bi armanca êrişa zayendî, kar, koletiya mal, temen biçûk û zewaca bi darê zorê bazirganiya wan tê kirin re li hev civiya.
Divê bilez tedbîr bên girtin
Siobhann Mullally a piştî serdana xwe di 9’ê Mijdarê daxuyaniyek da, wiha got: “Divê ji bo pêşîgirtina li qaçaxçîtiya mirovan û bêyî cuda bê kirin peydakirina alîkarî û parastinê tedbîrên bilez werin girtin.” Di berdewamiya daxuyaniyê de, “li ser girîngiya hin zêdekirina hewldanên ji bo hemû civakan baştirkirina rêjeya tomarkirina jidayikbûnê û bidawîkirina zewaca temena biçûk jî dinav de ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya zarokan û bi taybetî ji bo koçberin jin zêdekirina derfetên koçberiya ewle û bi rêkûpêk” bal hat kişandin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku guherîna avhewayê bi taybetî bandorê li herêmên peravê dike û mirovan neçarî koçberiyê dike û ev jî xeteriya êrişa li ser zarok û malbatan zêde dike.