MKGP: Rojnamegerên jin rastî binpêkirinên mafan hatin

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê rêjeya binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin a 7 mehên dawiyê ragihand. MKGP da zanîn ku di 7 mehên dawiyê de herî kêm 161 binpêkirin hat jiyîn, herî kêm 18 rojnameger rastî êrişan hat.

Navenda Nûçeyan - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), di 8'emîn salvegera qetilkirina rojnameger Deniz Firat de rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin li Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) eşkere kir. Li eywana daxuyaniyê pankarta "Çapemeniya azad nikare bêdeng bê hiştin" hatibû daliqandin.

Kurdiya raporê ji aliyê Berdevka MKGP'ê Roza Metîna ya bi tirkî jî ji aliyê Rojnameger Habibe Eren ve hat xwendin û rojnameger Denîz Firat a di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû hedefgirtin hat bibîr anîn.

 “Herî kêm 161 binpêkirin hat jiyîn”

Di raporê de ev dane cih girtin:  

"Li gor rapora ku sûd ji agahiyên sîteyên nûçeyan ên herêmî û neteweyî girtiye herî kêm 161 binpêkirina mafan li dijî rojnamegerên jin pêk hatine. Di nava 7 mehan de herî kêm 18 rojnameger dema li qadan nûçe dişopandin, bi êrişa fîzîkî ya polîsan rû bi rû mane. Her wiha li qada medyaya sanal bi gotin û heqaretên zayendperest ên mêran rû bi rû mane. Li 14 rojnamegeran tundî hatiye kirin, dema 6 rojnamegeran pîşeya xwe kirine jî gef li wan hatine xwarin. Bi ser mala 10 rojnamegeran de hat girtin, 26 rojnameger hatin binçavkirin, destdirêjî li dijî rojnamegerekê hat kirin. Mafê 31 rojnamegeran ê şopandina nûçeyan a li qadan hat astengkirin. Her wiha mafê rêwîtiyê yê rojnamegerekê jî hat astengkirin. 6 rojnameger ji ber faliyetên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin. Ajantî li ser rojnamegerekê hat ferzkirin, rojnamegerek jî ji ber zarok anî dinê, ji kar hat derxistin.

 Ji ber faliyetên pîşeyî derbarê 10 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin û derbarê 12 rojnamegeran de jî doz hat vekirin. Li 12 rojnamegeran cezayê girtîgehê yê 23 sal, 10 meh  û 27 rojî, hat birîn. Di heman demê de jî li 4 rojnamegerî cezayê pere yê 190 hezar û 250 TL'yî hat birîn. Di çarçoveya 73 dosyayên hatine vekirin de darizandina 105 rojnamegerî dewam kir. Hîn herî kêm 10 jinên rojnameger li girtîgehên cuda yên welêt girtîne. Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dibêjin bila hemû rojnameger bi awayekî azad bikaribin karê xwe bikin û hevalên me yên ku bi awayekî neheq û bê sûc di girtîgehan de ne demildest bên berdan. "