MKG: Em şahidên şopa rastiya Şîlan Aras a li pey xwe hiştiye ne
MKG bi boneya salvegera qetilkirina rojnamevan Ayfer Serçe de daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Ew ne tenê rojnamevanek bû; ew sembola berxwedana jinan, lêgerîna rastiyê û evîna ji bo gel bû.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) di salvegera qetilkirina rojnamevan Ayfer Serçe bi nasnav (Şîlan Aras) de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Îro, di salvegera qetilkirina rojnamevan Ayfer Serçe (Şîlan Aras) de em careke din bi evîn, hesret û rêzgirtinê wê bi bîr tînin. Şîlan Aras bi wêrekî pênûsa xwe ji bo rastiya gel, bi kar anî.
Şîlan Aras di sala 1974'an de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji dayîk bû. Rêwîtiya xwe ya medyayê, bi ragihandina dengê xwe ya ji bo gel, di salên dibistana amdeyî de li Radyoya Karacadagê dest pê kir. Ev rêwîtiya ku di temenê ciwaniyê de dest pê kir, wê ne tenê veguherand pêşkêşvanekê, di heman demê de veguherand dengekî wêrek a ji bo gel, berxwedana jinan û çapemeniya azad.
‘Bi awayek çalak beşdarî têkoşîna jinên Kurd bû’
Li gel zextên ku di xwendina xwe de pê re rû bi rû ma jî, Şîlanê di salên xwe yên li Zanîngeha Çukurovayê de bi israr ma û bi awayekî çalaktir beşdarî têkoşîna jinên Kurd bû. Ji sala 1998'an û pê ve, ew bû beşek ji medyaya Kurd, dilê çapemeniya azad. Ew wekî 'Şîlan Aras' li Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) xebitî û paşê wekî nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ya Ermenistanê xebitî.
Şîlan Aras ne tenê bi nivîsandina xwe, di heman demê de bi xebata xwe ya di vî warî de jî dilsoziya xwe ya ji bo têkoşîna jinan nîşan da. Wê jiyana xwe xist xeterê da ku lêkolîna zêdebûna xwekuştinên jinan li bajarên Ûrmiye û Mehabadê yên Rojhilat bike. Di encama vê xebatê de, di navbera 19-23'yê Tîrmeha 2006'an de li herêma Kelaresê li ser sînorê Tirkiye-Îranê di kemînekê de ji aliyê artêşa Îranê ve hat qetilkirin.
‘Pênûsa Şîlan Aras bi destên gelek jinên rojnameger tê nivîsandin’
Mixabin, cenazeyê Şîlanê nedan malbata wê. Li Îranê dest danîn ser cenazeyê wê. Berpirsiyaran hesab nedan û têkildarî qetilkirina Şîlan Aras tu daxuyanî jî nehat dayin. Lê em dizanin: Em şahidên şopa rastiya Şîlan Aras a li pey xwe hiştiye.
Şîlan Aras, endameke dilsoz û kedkara Çapemeniya Azad e. Pênûsa Şîlan Aras bi destên gelek jinên rojnameger tê nivîsandin. Ew ne tenê rojnamevanek bû; ew sembola berxwedana jinan, lêgerîna rastiyê û evîna ji bo gel bû. Jiyana Şîlanê ne tenê têkoşîn, di heman demê de berxwedana bi rûmet a parastina rastiyê û bê dudilî gotina rastiyê jî fêrî me kir.
Îro, parastina mîrata Şîlanê bi avakirina têkoşînek bihêztir a li dijî sansûr, zext û hemû êrîşên li dijî rojnamevanên jin, pêkan e.
Şîlan Aras bi rojnamegeriya xwe, bi wêrekî û bi rûmeta jinbûna xwe rê li ber me vekir.
Em ê meşa di wê rêyê de dewam bikin.
Ayfer Serçe (Şîlan Aras) nemir e!”