Midûra Karên Nivîsê ya ajansa MA’yê Dîren Yurtsever hat berdan

Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever piştî girtina îfadeya wê, hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever a duh bi şev hatibû binçavkirin, hat berdan. Hate hinbûn ku Dîren Yurtsever a ji Amedê çû Stenbolê bi şev li Balafirgeha Sabîha Gokçen bi hêceta ku biryara girtina wê heye hat binçavkirin. Dîren Yurtsever piştî hat binçavkirinê birin qereqola Balafirgeha Sabîha Gokçenê. Dîren Yurtsever ji bo îfadeya wê were girtin, di seatên dereng hat berdan. Tê payîn ku di nava rojê de li Edliyeya Stenbolê îfadeya xwe bide.