Meclîsa Îştar: Têkoşîna jinê bû tolhilgirtina ji pergala hezar salan

Meclîsa Îştar a Mexmûrê got: “Zihniyeta ku li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî qetil kir, li Başûrê Kurdistanê Nagîhan Akarsel hedef girt û li çiyayên Kurdistanê Helbest bi çekên qedexekirî qetil kir heman zîhniyet e."

Mexmûr- Meclîsa Îştar bi daxuyaniyekî nivîskî piştgirî da proje pêşniyarên Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ya derbarê şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ve hatibû qetilkirî vegûherî Şoreşeke Jinê. Di daxuyaniya ku hat diyarkirin li hember tune hesibandina jinê ya ji aliyê pergala desthilatdar ve ji diroke heya roja me ya îro hertim jinan têkoşîna xwe ya azadiyê domandine, wiha hate gotin: Bi têkoşîna hevpar ya jinan dê jin bedewiya xwe bidest bixe û cihanê ji hemû gemariyên pergala desthilatdar rizgar bike.”

Daxuyaniya Meclîsa Îştar wiha ye:

“Jina ku ji hemû bedewiyên jiyanê hatibû mehkûm kirin niha bûye pêşengê şoreşa gelan ya azadiyê . Pergala dewlet parêz ya ku bi destê zilamê serdest hatî avakirin weke ku Rêber APO bi nav kiri ev penç hezar salin desthilatdariya xwe li ser çewisadina jinê û di kesayeta jinê de li ser çewisandina civakê dide avakirin. Li hember tune hesibandina jinê ya ji laiyê pergala desthilatdar ve ji diroke heya roja me ya îro hertim jinê têkoşîna xwe ya azadiyê domandiye. Pergala zilamê desthilatdar ruxmê hemû rê û rêbazên xwe yên çewidan, tune hesibandin û qirkirina jinan ne kariye vîna têkoşîna ya azadiya jinê bişkinê. Hemû qirkirinê li ser jinên yên bi destê pergala desthilatdar hatin pêkanîn tirsa wan ya ji hêza têkoşîn û hebûna jinê ye.

Bi dagirkirina xalê re pergalê xwest vîna jinê, rihê jinê, hebûna jinê, reng û bedewita jinê dagir bike. Mixabin heya astekê vê pergala desthilatdar xwe li ser jinê ferz kir û qirkirinê mezin li jinê dan jiyan kirin. Lê ruxmê hemû qirkirinan cardin jinê karî xwe bike hebûn. Di diroka Kurdistanê de tijî berxwedan, têkoşîn û serî rakirina jinê heye. Ji zarîfeyan, Minayan, Leylayan, Sarayan, Bêrîtanan heta roja me ya îro gihayî Arînan, Helbestan, Nagîhanan têkoşîna jinê berdewam kiriye û roj bi roj mezin bûye.

‘Têkoşîna jinê bû tolhilgirtina ji pergala hezar salan’

Têkoşîna azadiya gelê Kurd ya ku bi pêşengtiya Rêber Apo hatî meşandin bû têkoşîna azadiya jina Kurd û hemû jinên ji aliyê pergala desthilatdar ve hati çewisandin. Têkoşîna jinê bû tolhilgirtina ji pergala hezar salan. Zihniyeta li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî qetil kir, ya li Başûrê Kurdistanê Nagîhan Akarsel hedef girt, ya li çiyayên Kurdistanê Helbest bi çekên qedexekirî çekên kîmyayî vê bîr û henase hêlayî heman zîhniyet e.

‘Jinên herî bedew zilamên herî qirêj rêkirin dujehê’

Li Kobanê bi pêşengtiya Arîn Mîrkan li hember çeteyê xwînmij bi dirûşmeya “Jinên herî bedew zilamên herî qirêj rêkirin dojehê” têkoşîna jinê bû hêja têkoşîna gelê Kurd û gelên cihanê. Bi qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê pergala dagirker bû xwebûn û hebûna jinê. Gelê Kurd bi taybetî jina Kurd ya ku hêzên dagirker digotin me bê îrade, bin ax kirin niha bûye îlhama tekoşînê. Ne tenê ji bo jinê ji bo hemû mirovahiyê.

Wek jinên wargeha Şehîd Rûstem Cudî ku em ji parçeyêk ji vê têkoşîna azadiyê te şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê di pêşengiya dirûşmeya “jin jiyan azadî” de belavî tevayî Îran û cihanê bûyî slav dikin. Em bangawaziya KJAR ya ku 20’ê Mijdarê bibe wek roja Jîna Emînî ya navnetewî dibînin û vê rojê li hemû jinên şoreşger pîroz dikin. Di şexsê Jîna de em hemû jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi destê pergala sêdarê hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîrtinin û biryardariya bilindkirina têkoşîna wan didin.

Wek jinên wargehê em bang li hemû jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn, jinên cihanê û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin bibin dengê jinên têkoşer yên niha li hember pergala mola ya Îranê li ber xwe didin û hebûna xwe qezenç dikin.

Bi têkoşîna hevpar ya jinan dê jin bedewiya xwe bidest bixe û cihanê ji hemû gemariyên pergala desthilatdar rizgar bike.”