Meclîsa Îştar piştgirî da Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar
Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo silavkirina têkoşîna nobeta edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar daxuyaniyek çapemeniyê da.
Mexmûr- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, berdewam dike. Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya silavkirina têkoşîna nobeta edaletê ya dayîka Emîne Şenyaşar daxuyaniya çapemeniyê da. Beriya daxuyanî ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
“Çalakiya dayika Emîne çalakiyek gelek pîroz e”
Li ser navê Meclîsa Îştar dayik Taybet Kapar axivî û di destpêka axaftina xwe de berxwedaniya dayika Emîne Şenyaşar silav kir û wiha axivî: “Em wek jinên Wargeha Mexmûr çalakiya dayika Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve hatibû qetilkirin û kurek wê di girtîgehê de ye silav dikin û em ji vêderê piştgiriya xwe didin diyarkirin. Çalakiya dayika Emîne çalakiyek gelek pîroz e, li ruxmê temenê xwe ya mezin û hemû nexweşiyên xwe û li beramberî hemû gef û êrîşan di serma û germayê de çalakiya xwe dom dike û heta ku negihe encamê dê berxwedaniya xwe dom bike.”
“Dive xwedî li dayîka Emîne û hemû girtiyan derbikevin”
Taybet Kapar di dawiya axaftina de bang li hemû kesên xwedî wijdan kir ku xwedî têkoşîna dayika Emîne derdikevin û wiha got: “Divê em hemû dayikên Kurd yên ku xwedî wijdan li dora çalakiya dayîka Emîne Şenyaşar bibin xelek û piştgiriya wê bikin. Ger em îro li berxwedaniya wê xwedî dernekevin wê dewleta Tirk ya dagirker êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd dijwartir bike. Em bang li saziyên ku dibêjin em mafê jinê di parêzin û hemû gelê xwedî wijdan û hemû dayîkên girtiyan dikin ku xwedî li dayîka Emîne û hemû girtiyan derbikevin.”