Meclîsa Îştar kuştina Axîna biçuk şemezar kir

Meclîsa Îştar ya wargeha penaberan a Mexmûrê di derbarê kuştina zaroka Êzidî Axîn û bavê wê Farûq Mîrza Xelef de daxûyaniyek weşand û da zanîn ku buyerên kuştin, şewat û talankirina gelê Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê berdewamiya fermana 2014’an e.

Navenda Nûçeyan – Di 4’ê Tebaxa 2022’an de koçberek Êzidî yê bi navê Farûq Mîrza Xelef ê 42 salî û keça wî ya 6 salî bi navê Axîn ên Şengalî ku piştî fermana 2014’an li wargeha Çemişko ya Zaxoyê bi cih bûbûn, li gundê Hesen Reşo ya ser bi navçeya Zaxoyê ve winda bibûn. Di 8’ê Tebaxê de cenazeyê Farûq Mîrza li taxa Bêdarê ya Zaxoyê hatibû dîtin, lê çarenûsa keça wê ya 6 salî nehatibû zanîn. Piştî çend rojan dema ku cenazeyê keça biçûk Axîn hat dîtin li ser laşê wê şopên îşkence û destdirêjiyê hatibûn dîtin. Li gorî daxûyaniya Rêveberiya Polîsan ya Dihokê kujerê bav û zaroka biçûk hatiye girtin û kujer li xwe mikûr hatiye. Meclîsa Îştar ya wargeha penaberan a Mexmûrê di derbarê kuştina zaroka Êzidî Axîn û bavê wê daxûyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wihaye:

“Bi êrişkirina çeteyên DAIŞ’ê ya li ser herêma Şengalê gelê me yê Êzidî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û li kampên di bin serweriya PDK’ê de bicih bûn. Ji sala 2014’an heya niha me dît ku bi dehan car di van kampan de şewat, kuştinên ne zelal û gelek buyerên sosret derketin holê û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha em dibînin ku di van buyeran de yên herî zêde jiyana xwe ji dest didin yan tên qetilkirin jî jin û zarok in.

“Ev kujer berê jî êrişî penaberên ji Efrînê kiribû”

Li kampa Çemişko buyera kuştina zaroka biçuk Axîn û bavê wê jî yek ji van buyerên hovane yê li ser gelê me yê Êzidî ye. Di buyera kuştina zaroka 6 salî ya bi navê Axîn ku li ser bedena wê ya biçuk şopên îşkence û destdirêjiyê hatiye dîtin. PDK di van kampên penaberan de gelê me yê Êzidî weke dîl di destê xwe de digire û ji bo berjewendiyên xwe bikartîne. Bi van kiryarên xwe dixwaze civaka me ya Êzidî li hemberî Rêveberiya Xweser ya Şengalê bi kar bîne û wan ji rastiya civaka wan biyanî bike.

Ev buyera qetilkirina Axîn û bavê wê di ragihandina PDK’ê de weke buyerek ji rêzê û civakî hat destgirtin û belavkirin. Em weke rêxistina jin dizanin ku ev buyer û hemû buyerên li ser jin û zarokên me tên pêkanîn, bi heman hişmendiya qetliama 2014’an ya li ser jinên Şengalê tên pêkanîn. Diyar e ku ev kes yan jî kom kujerên gelê Kurd, jin û zarokan e. Tê gotin ku ev çeteyê kujerê Axînê, beriya niha jî du keçên ji Efrînê ku ji ber zilma dewleta Tirkiyê benaberî Başûr bibûn û ji bo debara xwe li Hewlêrê li ser cadeyan mendîl difirotin, revandibû û destdirêjî li ser wan kiribû. 

Banga vegera Şengalê

Em weke Meclisa Îştarê li ser navê hemu jinên wargeha Şehît Rustem Cudî ev kiryarên li hemberî zarok, keç û jinên Êzidî de tên kirin, zilamê kujer û îxaneta PDK şermezar û rûreş dikin. Ji bo ev qatil werin eşkere kirin, em ê bi hemu hêza xwe têbikoşin. Li ser vî esasî em weke Meclisa Îştarê bangawaziya me ji bo hemu gelê me yê Êzidiyên di qampan de ne vegerin Şengalê û tevlî civaka xwe bibin û ji bo pêşerojek bi ewle li kêleka rêveberiya xweser cihê xwe bigrin.”