‘Me serî netewand em ê netewînin’

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komare ya Enqereyê de; bi binçavkirina aktîvîsta TJA’yê Zeynep Boga re hejmara jinên ku hatin binçavkirin bû 16. TJA'yê der barê binçavkirinan de daxuyanî da, got ku ev êrîş li dijî têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan e.

destnîşan kir ku ev êrîş li dijî têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan e.

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi îdiaya "rêveberiya rêxistinê", "endamtiya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê" û "temînkirina fînansmana ji bo rêxistinê" li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) hat destpêkirin de, duh li 14 bajaran bi ser 57 malan de hatibû girtin. Di lêpirsîna ku der barê 50 jinan de biryara binçavkirinê heye, hejmara kesên hatin binçavkirin derket 16’an.

Di serdegirtina li Amedê de yek ji aktîvîstên TJA'yê Zeynep Boga jî hat binçavkirin. Biryara Serdozgeriyê ya nepenîtiya dosyayê û sînordarkirina parêzeran berdewam dike, tê payîn ku jinên hatine binçavkirin dê bibin Enqereyê. 

TJA: AKP-MHP’ê êrîşî hêza rêxistinbûyî ya jinan dikin

Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li dijî aktîvîstên wê operasyoneke qirkirina siyasî tê pêkanîn û wiha hat gotin: "Em soz didin ku li hundir-derve, li her qada ku em lê hebin bê şert û merc em ê têbikoşîn û bi mezinkirina têkoşîna azadiyê ya jinan, felsefeya Jin-Jiyan-Azadî bilind bikin. Felsefe bi berfirehkirina têkoşîna azadiya jinan pêkan e." Di daxuyaniya ku hat ragihandin di tevahiya hefteya 25'ê Mijdarê de jin hatine hedefgirtin, hat destnîşankirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê êrîşî têkoşîna jinan û hêza rêxistinbûyî dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Amed, Wan, Stenbol û Enqere jî di nav de li gelek bajaran, bi binçavkirina jinên TJA’yî hewl tê dayîn li dijî Tevgera Jinên Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê polîtîkayên çewisandinê bên kûrkirin. Ev mejiyê ku ji şer, kedxwarî, tecrîd, xizanî û kaosê xwedî dibe divê baş bizane ku nikarin bi girtin, hedef nîşandan û qetilkirinê berxwedana jinan xilas bikin!

Em wek TJA’yê soz didin ku li hundir-derve li her qada ku em lê hebin bê şert û merc em ê têbikoşîn û bi mezinkirina têkoşîna azadiyê ya jinan, felsefeya Jin-Jiyan-Azadî bilind bikin."

'Me serî netewand em ê netewînin'

Li aliyê din li Stenbolê jî jinên TJA'yê li Buroya Piştevaniya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Marmarayê daxuyaniyek da û bertek nîşanî binçavkirinan da. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Jinan a Demê, Navenda Çanda Mezopotamya (MKM), Alinterî, Jina Nû ya Demokratîk, Hêzên Yekbûyî yên Têkoşînê (BMG), Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu û rêveberên navçeyê, nûnerên Buroya Piştevaniyê ya DBP'ê ya Marmarayê û Rizgariya Jinê tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hikûmeta ku li hemberî daxwazên jinên her roj bi polîtîkayên şer û tundiya mêr-dewletê, herî kêm jinek tê qetilkirin, li mal, li kolanan, li ser kar û di hemû qadên jiyanê de rastî tundî û tecawiz û polîtîkayên şerê taybet tên, hewl dide serhildana me ya jin jiyan azadî bêdeng bike. Me ne li hemberî polîtîkayên şerê qirêj û ne binçavkirinên bêhiqûqî serî netewand û em ê netewînin jî.”