Mamoste tevî hemû gefên rejîmê jî greva xwe didomînin

Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, bi biryara grevê berdewam dikin. Mamoste tevî hemû gefan jî greva xwe didomînin.

Navenda Nûçeyan- Rejîma Îranê grevên piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî mezin bûne bi gefan bersiv dide. Mamoste bi salan ji bo mafên xwe têdikoşin, ji bo tevli greva giştî nebin gef li wan tê xwarin.

Mamosteyên bajarê Seqizê ragihandin ku ew ji ber qetilkirina Jîna Mehsa Emînî, komkujiya li Sîstan-Belûçistanê pêk hat û êrîşên li dijî boykota li Zanîngeha Şerîf, greva xwe didomînin. Mamosteyên Seqizê yên ku li ber dibistanan li hev civiyan û çalakî li dar xistin, bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Em xwîna Jîna Mehsa Emînî li erdê nahêlin" daxwazên xwe yên azadiyê anîn ziman.

Hat hînbûn ku mamoste li bajarê Sinê jî greva xwe berdewam dikin. Hat diyarkirin ku mamoste û profesorên Sinê bi gefa ger tevli dersên xwe nebin mûçeyên wan dê bên qutkirin an jî ji kar bên avêtin re rû bi rû ne.