Malbatên girtiyan: Vê mijarê bixin rojeva Meclîsê
Nobeta edaletê ya malbatan a daxwaza berdana nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin di roja 264’an de ye. Malbatan bang li Meclîsê kirin û xwestin daxwazên wan bên bi cih anîn.
Amed - Nobeta edaletê ya malbatan bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê dabûn destpêkirin, berdewam dike.
Malbatan di roja 266’an de çalakiya xwe de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê bûn Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û jî piştgirî dan çalakiyê.
Ji meclîsê bang kir
Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî di nobeta edaletê axivî, anî ziman ku heta niha tu daxwazan pêk nehatin û wiha got: “Rewşa girtiyan nikare li benda qanûnan bisekine. Rewşa wan giran dibe û gelek girtî jiyana xwe ji dest didin.”
Herdem Merwanî ji bo çalakiyên xwe piştgirî xwest û got, “Em xizmên girtiyan dixwazin partiyên siyasî li gel me bin. Vê mijarê li Meclîsê bînin rojevê. Wê demê ev pirsgirêk dê çareseriyekê bibîne. Wezîrê Edaletê rojekê jî bersiveke erênî neda me. Gelek qanûn hatin guhertin û gelek sûcdar hatin berdan. Lê zarokên me tevî tiştek nekirine jî nayên berdan. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Me gelek caran xwe anî ziman, lê ez bawerim me xwe baş neda fêm kirin. Me derdê xwe carna bi kurdî û carna jî bi tirkî anî ziman. Lê bi herdu zimanan jî em nehatin fêmkirin. Ji bo tu tiştekî hîn ne dereng e. Dê ev qanûnan rojekê bikeve Meclîsê.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên, "Bijî berxwedana zindanan", "Heq, hiqûq, edalet" û bi çepikan bi dawî bû.