Malbata Şenyaşar ji Bekîr Bozdag komkujiyê pirsî

Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 538’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag kir û ev pirs jê pirsî: “Kî malbata vê dayikê (Emîne Şenyaşar) li nexweşxaneyê qetil kir?”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 538’emîn de didome.

Malbatê, ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne.

“Nebin şirîkê vê zilmê”

Malbata Şenyaşae li ser hesaba xwe ya medyayê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kir têkildarî gotinên wî yên “Li vî welatî kes nikare derkeve û bêje ‘AKP mudaxileyî tarzê me yê jiyanê dike’ bike” ku di merasîmeke vekirinê ya li navçeya Aydincik a Yozgatê de gotibûn ev parvekirin kir: “Kî malbata vê dayikê (Emîne Şenyaşar) lê nexweşxaneyê qetil kir? Nebin şirîkê vê zilmê. Cih: #riha #şerimkirin.”