Malbata Şenyaşar: Berxwedana dîrokî ya dayikê didome

Nobeta Edaletê ya malbata şenyaşar di roja 698’an de bênavber berdewam dike û peyma; ‘Berxwedana dîrokî ya dayika ku 2 zarok û hevjîne wê hatin qetilkirin berdewam dike. Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e’ parve kir.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 698’an de didome.

‘Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e’

Nobeta Edaletê ya malbata şenyaşer ji ber ku dawiya hefteyê edliye girtî ye çalakiya xwe ya îro li mala xwe ya li navçeya Pirsûse domand.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna dayikê ya edaletê, daxwaza hemû kesên xwedî wijdan e. Belê îro li Rihayê berf heye lê em dubare destnîşan dikin ku berxwedana dîrokî ya dayika ku 2 zarok û hevjîne wê hatin qetilkirin berdewam dike. Heqîqet derketin holê, ya ku li Rihayê winda bûye edalet e.”