‘Mafên mirovan nekin qurbanî ya berjewendiyan’

Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku daxuyanî da, bang li Tirkiyeyê kir ku li Îmraliyê serweriya hiqûqê ava bike û bang li welatên Ewrûpa jî kir ku mafên mirovan biparêzin û ji bo berjewendiyên jeopolîtîk û aborî mafên mirovan nekin qurbanî.

Amed- Zêdetirî 22 meh in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên agahî nayên girtin. Li dijî tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê pêk tê, endamên Delegasyona Têkoşîna li Dijî Tecrîdê ya Navneteweyî ku komeke ji 36 kesên hiqûqnas, rojnameger û akademîsyenên ji 7 welatên cuda pêk tê, der barê hevdîtinên xwe yên li Amedê li Hotêla New Gardenê daxuyaniyê dan. Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker jî beşdarî civîna heyeta ku ji parêzer, rojnamevan û akademîsyen pêk tê ji bo serdanên 3 rojan a bajêr pêk anî bû.

'Alîyên siyasî, civakî û hiqûqî yên tecrîdê hatin dest girtin’

Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bûnyamîn Şeker ku di civînê de ewilî axivî, bal kişand ser hevdîtinên heyetê û wiha got, “Piştî hemû serlêdanên der barê tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan de bê encam man, heyeta navneteweyî serdan pêk anî. Heyet tiştên ku di hevdîtinên xwe de jiyan kirine û şahidî kirine dê parve bike. Aliyên siyasî, civakî û hiqûqî yên tecrîdê hatin dest girtin. Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest were bidawî anîn.”

Der barê şert û mercên girtîne de hevdîtin hat pêkanîn

Li ser navê heyetê ji Baroya Romayê parêzer Emma Persîchettî daxuyanî da. Emma Persichetti diyar kir ku ji ekîba 36 kesî ya ku hatin Tirkiyeyê 12 kes li Amedê têkildarî şert û mercên girtîgehê yên li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin cuda pêkanîn. Emma Persichetti diyarkir ku malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê di bin tecrîdê de ne, Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Komeleya Jinan a Rosa, Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û nûnerên partiyên din ên Kurdistanî û rêxistinên jinan re hevdîtin pêkanî ne.

Emma Persichetti di daxuyaniya der barê hevdîtinê de wiha got:

“Xizmên girtiyên ji Îmrayê gotin ku ji Adara 2020’an û vir ve agahî ji xizmên xwe nayên, ew jî nizanin sax in yan na, ji têkiliya bi wan re bêpar in. Û ew derd û xema ku li ser wan hîs dikin vedibêjin. Me dayikek dît ku heşt sal in kurê xwe nedîtiye û nehiştiye kurê xwe agahdar bike ku bavê wî nû miriye. Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê girtin. Mafê dîtina parêzerên wan di 12 salên ewil de her hefte saetekê hat bisînorkirin. Bi ser de jî her tim astengî li ser bikaranîna vî mafî dihat. Di navbera salên 2011 û 2019’an de parêzerên wî tenê 5 caran serdana wî kirine.

Ji sala 2019’an vir ve parêzerên wî qet nikarin biçin serdana wî

Hemû serdan di sala 2019an de pêk hatin. Ji sala 2019’an vir ve parêzerên wî qet nikarin biçin serdana wî. Gelek serlêdanên serdanê hatin redkirin an jî bêbersiv hatin hiştin. Her wiha endamên malbatê nikarin bi rêkûpêk serdana wî bikin. Birêz Abdullah Ocalan ji sala 2014’an û vir ve tenê 5 caran ji aliyê malbatê ve hatiye dîtin. Hevdîtina herî dawî ya rû bi rû di serdana birayê wê de di Adara 2020 de bû. Ev pêwendiya têlefonê ya paşîn e ku di sala 2021’an de destûr tê dayîn, bi tenê yek telefonek destûr tê dayîn. Şert û mercên girtina li Girtîgeha Îmraliyê ya ku me agahdar kir, ji dema dawî ya ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve tên lêkolînkirin, nîşan dide ku rewşa wan xirab bûye. Wextê ku ji bo têkiliya civakî û çalakiya laşî tê destûr kirin dixuye ku di hefteyê de yek demjimêrek hatiye kêm kirin, pir kêmtir ji dema sînorkirî ya ku dema Dadgehê herî dawî doz lêkolîn kir. Lê belê ev agahî 22 mehên dawîn e.

Banga ji bo welatan

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de ji ber ku der barê rewşa wan de tu agahî li ber dest nînin, telefona dawîn hat kirin. Em weke parêzer jî ji ber zextên li ser hevkar, parêzer û parêzvanên mafên mirovan ên ku ji ber karê xwe kirine dozên sûcdar, pir bi fikar in. Em bang dikin ku li ser îdiayên binpêkirinên giran ên mafên mirovan ji me re hatine ragihandin, lêpirsînek bi bandor û berfireh bê kirin. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li girtîgeha Îmraliyê serweriiya hiqûqê ji nû ve ava bike û ji welatên Ewropayê jî dixwazin mafên mirovan biparêzin û ji bo berjewendiyên jeopolîtîk û aborî mafên mirovan nekin qurbanî."