Lîstokvana Misrî Raga Huseyîn di 85 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da
Lîstokvana Misrî Raga Huseyîn ya 85 salî ku bi salan e li dijî nexweşiya pê ketibû têdikoşiya, îro danê sibê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan - Sendîkaya Lîstokvanên Misrê, ragihand ku lîstokvana Misrî Raga Huseyîn piştî têkoşîneke dirêj ya li dijî nexweşiya ku pê ketibû îro danê sibê di 83 saliya xwe de, jiyana xwe ji dest da. Dema hate diyarkirin ku dê cenazeyê Raga Huseyîn bînin Mizgefta Şêx Zayed, hate tomarkirin ji wir jî bibin goristanê.
Raga Huseyîn ku di 7'ê Mijdara 1937'an de li Kalyubiyê ku li bakurê paytext Qahîreyê ji dayik bû, di sala 1958'an de beşdarî koma şanoyê ya lîstokvana Misrî Nakib er-Rihanî bû. Raga Huseyîn ku ji destpêka salên 1960’î ve di gelek rêzefilm û fîlman de cih girt, bi hunermend Seyf Abdurrahman re zewicî bû.