Lîstikvana xelatgir a Cannesê, Charlbî Dean jiyana xwe ji dest da
Charlbî Dean Kriek a lîstikvana sereke ya fîlma bi navê "Sêgoşeya Xemgîniyê" a ku xelata Cannesê wergirtibû, di 32 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Nûçeya ku cîhana sînemayê xemgîn kir, bi wefata Charlbî Dean Kriek ya di temenekî ciwan de jiyana xwe jidest da, hat. Charlbî Dean Kriek a 32 salî ku lîstikvana sereke ya fîlma "Sêgoşeya Xemgîniyê" a ku di 75’emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirtibû, jiyana xwe ji dest da.
Hêj sedema mirina lêyistikvana Afrîkaya Başûr nehat aşkerekirin û agahdariya nexweşiya wê ya ku ji nişka ve bi pêş ket û bû sedema mirina wê, hat parvekirin. Lîstokvan Charlbî Dean Kriek di sala 2008’an de ji ber qezayeke trafîkêya derbas kir, demeke dirêj hatibû dermankirin.