Lînda Matar jiyana xwe ji dest da

Lînda Matar ku li Lubnanê bi têkoşîna xwe ya demdirêj a ji bo mafên jinan dihat naskirin, di temenê xwe yê 95 salî de jiyana xwe ji dest da. Komîteya Mafên Jinan a Lubnanê wiha got: "Em ê ji bo bîranîna Lînda Matar têkoşîna jinan xurtir bikin."

Navenda Nûçeyan- Lînda Matar a 95 salî ku bi taybetî li Lubnanê li welatên Rojhilata Navîn yek ji kesayetên girîng ên têkoşîna jinan e, di 3’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da. Komîteya Mafên Jinan a Lubnanê ku di sala 1947'an de hat avakirin jî di daxuyaniya ku duh weşand de ragihand ku hevseroka wan a berê Lînda Matar a jiyana xwe ji bo têkoşîna mafên jinan feda kir, jiyana xwe ji dest daye.

'Em ê têkoşîna jinan xurtir bikin'

Komîteya ku Lînda Matar wekî "Sembola xebatên jinên Lublanê yên bi armanca bidestxistina wekheviya zayendî ya civakî ye” pênase dike, da zanîn ew ê ji bo bîranîna Linda Matar têkoşîna jinan xurtir hembêz bikin. Komîteyê ev daxuyanî da: “Lînda Matar û Komîteya Mafên Jinan a Lubnanê ya bi pêşengiya wê, di têkoşîna jinan de li welat re vîzyon û dînamîzmeke nû da qezenckirin. Di guhertina rastiya jinên Lubnanî de, belavbûna têkoşîna mafên jinan wek çandî, di lêgerîna misogerkirina edaletê ya jinan de derxistina qanûnan û di pêşxistina nûjenan de xwedî roleke girîng e. Lînda Matar di destpêka salên pêncî yên sedsala derbasbûyî de ji endametiyê heta sekreterî û serokatiya giştî bilind bû. Li Lubnanê Komîteya Dayikan, Komîsyona Jijolêrakirina Tundiya li Dijî Jinan a Lubnanê û Rakirina Cudakariya li Dijî Jinan jî di nav de di damezrandina çend rêxistinên jinan de cih girt.”

Linda Matar kî ye?

Çalakvana mafên jinan a Lubnanî Lînda Matar di sala 1953’an de bû endama Komîteya Mafên Jinên Lubnanê. Heta sala 1978’an jî xebata xwe ya çalak domand û ji vê dîrokê şûnde 30 salan serokatiya komîteyê kir. Her wiha ji sala 1996’an heta 2000’î 4 salan erka Serokatiya Meclisa Jinan a Lubnanê jî meşand. Endamtiya zêdeyî 50 konferans û kongreyên li qada navneteweyî hatin organîzekirin jî kir. Xebatên xwe yên di qada mafên jinan de ku di sala 1953’an dest pê kir jî di serî de bi lêgerîna mafên jinên kedkar dest pê kir. Hê di 12 saliya xwe de li fabrîqeya hevrîşimê dest bi xebatê kir û li vir dest bi têkoşîna xwe ya ked û maf kir.

Lînda Matar, ji xebatên xwe yên di warê mafên jinan de jî bi bûyereke ku di 28 saliya xwe de şahidiya wê kir dest pê kir. Di hevpeyivînek xwe de gotibû ku wê şahidî kiriye ku jinek cîrana wê ya nexweşa sara ye dengdayîna wê hatiye astengkirin û piştre ji bo rakirina astengiyên li ber mafên jinan bi awayekî aktîf dest bi têkoşînê kiriye. Di heman hevpeyvîna xwe de wiha digot: "Min dixwest hemû qanûnên dijminên jinan û li dijî jinan hilweşînim." Di sala 2013’an de jiyanameya ku jiyana wê vedibêje nivîsand û weşand. Di pirtûka xwe de "rawestanên" jiyana xwe yên ji zarokatiya xwe heta vê kêliyê nivîsand û her çend kêm be jî jiyanameya birêxistinbûna jinan a li Lubnanê nivîsandibû.