Li zaningehên Îranê zêdebûna jehrîbûna xwarinê balê dikişîne

Zêdebûna jehrîbûna xwarinê ya li zanîngehên ku pêşengên serhildanên Îran û Rojhilat in, balê dikişîne.

Navenda Nûçeyan – Li zanîngehên Îranê jehrîbûna xwarinê zêde dibe. Nûçeya herî dawî ya jehrîbûna xwarinê ji Zanîngeha Teknolojiyê ya Arakê hat. Hat diyarkirin ku duh bi şev gelek xwendekar rakirine nexweşxaneyê.

Zanîngehên ku zêdeyî 2 meh in çalakiyên xwe yên protestoyî didomînin jî bûne navenda çalakiyan. Li vir jehrîbûna xwarinê bi awayekê ku balê dikşîne ser xwe pir zêde bûye. Piştî xwendekarên Zanîngeha Teknolojiyê ya Îsfehanê, Zanîngeha Xwarezmî Karac, Zanîngeha Allamah Tabatabai, vê carê jî xwendekarên Zanîngeha Teknolojiyê ya Arakê ji ber xwarinê jehrî bûn.

Encûmenên Yekitiya Xwendekarên Îranê bûyer wek “jehrîna xwarinê ya zincîrî” pênase kir, lê di medyaya dîjîtal de jî parvekirinên ku “Xwendekar bi qestî hatine jehrîkirin” hatin belavkirin. Meclîsê parve kir ku li Îsfehanê jehrîbûna xwarinê 4 roj in didome.

Hat ragihandin ku xwendekaran bi giliyên gêjbûn, xwîdana zêde, germahiya zêde ya laş, îshal û qelsiyê serî li nexweşxaneyan dane û bi sedan xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûne.